MSD' ê komcivînek li ser rewşa siyasî li dar xist 2019-12-28 18:20:41   HELEB - Meclîsa Sûriya Demokratîk li Helebê komcivînek li ser rewşa siyasî li dar xist.   Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Helebê komcivînek li ser rewşa dawî ya siyasî, li hola civînê ya MSD'ê, li Şêx Meqsûd  li dar xist. Di komcivînê de partiyên siyasî, rewşanbîr, komîteyên têkîliyên siyasî û endamên MSD'ê amade bûn. Hol bi wêneyên Hevrîn Xelef û alên MSD'ê hatibû xemilandin. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.  Komcivîn ji aliyê Cigîra Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Nûjîn Yusif ve hat bi rêvebirin, Nûjîn axivî û wiha got: "Rewşa ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tê re derbas dibin, rewşek giran û hesase, divê ev rewş, were nirxandin. Dewletên navneteweyî di derheqê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mudaxeleyan dikin û ji bo berjewendiyên xwe nêzî me dibin. Dewleta tirk di bin navê herema ewle de dixwaze axa Sûriyê dagirbike. Li hember êrîşên dewleta tirk gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin. Armanca Erdogan tenê deskeftiyên gel talan û wêran bike, mînaka wê jî li Efrînê xuya dike û  her roj guhertinên demografîk pêk tîne."   Komcivîn bi pirs, bersiv û nirxandinan bi dawî bû.