Kongreya Star a Kobanê civîna salan e li dar xist 2019-12-28 16:14:17   KOBANÊ- Kongreya Star a Kobanê îro civîna salan e li dar xist û di civînê de nirxandina kar û xebatên sala 2019’an hat kirin.   Bi boneya bidawîbûna sala 2019’an Kongreya Star a Kobanê îro civîna salan e li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunera Kobanê li dar xist. Di civînê de rêveber û endamên saziya jineolojî, komîn, meclis, asayiş, HPC’ê JIN, sazî û dazgehên girêdayî Kongreya Star amade bûn.   Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê ji aliyê endama komîteya Jineolojî Dicle Heyder ve perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di derbarê jinan de hatin xwendin. Rapora Kongreya Star a Kobanê ya salan e ji aliyê Endama Koordînesyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl ve hat xwendin. Piştî xwendina raporê rewşa siyasî ya herêmê ji aliyê Meqbule Bekî û Felek Yusif ve hat nirxandin.    'Yekbûna me wê pîlanên dewletan têk bibe'   Felek û Meqbuleyê wiha gotin: “Sala 2018’an û 2019’an ji bo me salên reş bûn. Ji ber ku di van salan de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Netew-dewlet dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û desthilatdariya xwe bidin meşandin. Dewleta tirk û hevkarên wê bi erêkirina dewletên navneteweyî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Gelê Kurd gelekî kevnar e îro jî dewletên navneteweyî dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Îro berdewamiya komploya navneteweyî tê kirin. Me bi berxwedan û têkoşîna xwe cîhan hejand û em bûn rojeva cîhanê. Wek jin pêwiste em berxwedana xwe berdewam bikin ji ber dijmin êrîşî destkeftiyên jinan dike û dixwazin dengê jinê tune bikin. Pêwiste em yekîtiya kurdan di pêşengtiya jinên siyasetmedar de çêbikin. Wê yekbûna me pîlanên dewletan têk bibe.”   Her wiha rewşa rêxistinî jî ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin.   Di dawiyê de pêşniyar hat kirin ku di sala 2020’î de artêşa YPJ’ê, asayîşa jin û aboriya jin  bên xurtkirin. Her wiha xebat ji bo kampa koçberên Girê Spî bên meşandin.