Xizmên Windayan Roboskê ji bîr nekirin 2019-12-28 16:10:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya winda bên dîtin û kujer ben darizandin, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser komkujiya Roboskê û xwestin dewlet ji Roboskiyan lêborînê bixwazin.    Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed, Êlih û Îzmirê çalakiyên xwe yên her hefte berdewam kirin.    Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê bi hişyariya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 568’an de kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberên Baroya Amedê jî tev li çalakiyê bûn. Malbatan û parazvanên mafên mirovan wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Ewil Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin axivî û wiha got: "Em xekî xizmên windayan dê lêgerîna xwe ya edaletê heta dawî berdewam bikin. Ji bo kesên di salên 90’an de bi zorê hatin revandin û windakirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin û heqîqet bê ronîkirin, emê di têkoşîna xwe de israr bikin.    'Birîna malbatên Roboskê nehat dermankirin'    Hasan, li ser komkujiya  Roboskê jî rawestiya û anî ziman ku di ser komkujiyê re 8 sal borîn, lê hêj edalet pêk nehatiye û hêj êşa malbatên Roboskê nehatiye dermankirin. Hasan, da zanîn ku wekî xizmên windayan li cem malbatên Roboskê ne û li Roboskê li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin. Hasan, piştre aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 27'ê Kanûna 1997'an de hat windakirin pirsî.    'Êşên me hevpar in'   Keça Mehmet Ozdemîr Seyhan Ozdemîr jî diyar kir ku êşên wan, heviyên wan û bendewariyên wan hevpar in û wiha got: "Ez hêvî dikim ku rojekê darazek serbixwe biryarek serbixwe bide û faîlên deh hezaran ronî bike. Em ê li vir têkoşîna xwe berdewam bikin. Jiyana bavê min ji bo me her dem nîvco û perçe ma. Em dixwazin êşa malbatan nekin amûra siyasetê. Em dixwazin daxwazên malbatan pêk bên."     Piştî rûniştina 5 deqîqeyan çalakî bi dawî bû.    Li Êlihê jî eqûbeta windayan hat pirsîn    Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 474'an de li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Endam û rêvberên OHD û xizmên windayan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ji bo Roboskiyê edalet" vekir.    Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Elihê Mehmet Zeki Tanguner, qedexeyên walîtiyê şermezar kirin û xwest kujerên Roboskê bên dîtin û darizandin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.   Li Îzmîrê malbatan equbeta Îsmaîl Bahçecî pirsî    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan jî bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" di hefteya 506'an de çalakî li dar xist. Malbat û parazvanên mafên mirovan li Pêş Sumerbankê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatan xwest Îsmail Bahçecî bê dîtin û kujer bên darizandin.