Leya Guven: Wêneyê Roboskê polîtîkaya li dijî kurdan vedibêje 2019-12-28 15:32:42   ŞIRNEX - Di 8'êmîn Salvegera Komkujiya Roboskê de di bîranîna ku li ser gora 34 kesî hat li darxistin de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku li dijî kesên ku dibêjin qeza ye û dixwazin ser komkujiyê bigirin ew ê dur an jî nêzîk kujerên komkujiyê aşkera bikin. Leyla anî ziman ku wêneyê Roboskê ne tenê wêneyên beriya Roboskê û piştî Roboskê jî wêneyên polîtîkaya li dijî kurdan vedibêje.    Li Goristana Roboskê qûrbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn di salvegera 8’emîn de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbatan reş li xwe girê da û di bîranînê de hêrs û êşa xwe carek din dan nîşandan. Li gel malbatên Roboskî, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî bîranînê bûn. Beşdarvanan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û êşa malbatan parve kirin.    'Perirsê komkujiyê îqtîdar e'   Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu yê gelek xizmên xwe di komkujiyê de winda kir da zanîn ku 8 sal in wan dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedane. Ferhat anî ziman ku li gel vê yekê jî kesek nahatiye darizandin û got: “Çimkî berpirsên komkujiyê niha ew kes in ku îqtîdarê û welat birêve dibin e. Divê werin darizandin. Em wek malbatên Roboskî her tim bi dijwariya AKP’ê û dewletê re hevrû man. Malbatek ku derbarê wan de lêpirsîn nehatibe destpêkirin nîne. Tevî vê yekê em têkoşîyan. Malbat li benda edalet û aştiyê sekinînin.”    'Kujer neatin darizandin'    Ferhat destnîşan kir ku ji bo komkujiyên wek Roboskî neqewimin malbatan têkoşiyane û got: “Lê di nava 8 salan de me komkujiyên wek Sûr, Cizîr, Silopya û Şirnexê dît. Cenazeyên dayikên me 7 roj li kuçeyê hatin hiştin. Yên van kirine diyar in. Em dizanin kî ferman daye û kî kiriye. Em li bendê bûn ku kesên komkujî pêk anîne werin darizandin, lê mafnas û kesên ji bo Roboskî têkoşiyan hatin darizandin û girtin. Êşa me hêj teze ye.”    'Têkoşîn berdewma dike'    Ferhat diyar kir ku ji ber ew girtîbû 3 sal bûn nikaribû beşdarî bîranînê bibûya û wiha got: “Komeleya me girtin. Serokê komeleya me Velî Encû girtin. Yê îro divê li vir biaxiviya Velî Encû bûya. Nameyek nivîsandiye. Ez li ser navê wî dibêjin hûn bixêr hatin. Dibêje ku rexneyên wî yên ji bo komkujiyên heman rexne ne û naxwaze ku doza Roboskî li erdê were hiştin. Heta ku malbatên Roboskê cilên spî û rengîn li xwe bikin dê têkoşîna wan bidome û dest jê bernddin.”    'Êş û jana Roboskê bi dawî nebûye'    Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî axivî û got 8 sal in êş û jana Roboskê bi dawî nebûye û dê AKP zû yan jî dereng hesabê vê komkujiyê bide.    'Em ji malbatan lêborînê dixwazin'    Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî destnîşan kir ku navê 28’ê Kanûnê Roboskê ye û got: “Bi komkujiya Roboskê di dilê gelê kurd birînek xedar û xemgîn vekirin. Berê jî Zîlan, Agirî û Dersim û gelek cihê din pêk anîn. Kujer û berpirsên komkujiyê diyar in. Em ji malbatên Roboskê lêborîna xwe dixwazin. Me heta niha doza xwe baş birêve nebir. Em ê dest ji doza Roboskê bernedin. Hin AKP’î dibêjin ku komkujî ji aliyê FETO ve pêk ahtiye. Bila kes kesî nexapîne. FETO jî hûn in û berpirs jî hûn in. We wê serdemê bihev re birêve dibir. Daxwaza edaletê ya malbatan dewam dike. Em ê jî her hesabê vê komkujiyê bipirsin.”    'Ferman ji bo komkujiyên din jî dan'    Di bîranînê de herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û qurbanî bi bîr anîn. Sezaî got: “Êşa me bi haman awayî didome. Heta ku edalet were ser vê axê em ê li ber xwe bidin. Ev erdnîgarî erdnîgariya komkujiyan e. Çima Roboskî pêk hat? Çimkî bi heqîqetê re hevrû neman. Ji ber ku me hesabê Roboskî nepirsî, niha em tevahiya welat vê şermê didomînin. Heke hesabê vê yekê bihata pirsîn dê komkujiyên din pêk nehatina. Yên ku vê komkujiyê pêk anîn li meydan û kolanên Enqereyê fermana komkujiyên nû dan.    Înkarkirina komkujiya Roboskê bêehlaqiya herî mezin e. Bila ew berpirs û kujer baş dizanibin dê di serî de hesabê Roboskê û hemû komkujiyan bidin. Divê beriya her tiştî Komkujiya Roboskî were darizandin û kujer werin darizandin. Lazime bi heqîqetê re hevrû bimînin.”    Piştî axaftinan beşdarvan û malbatan qurnefilan danîn ser gorên qûrbaniyan.