Meclisa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe ya Herêma Çukur ova pêk anî 2019-12-28 12:49:41   EDENE- Meclisa Jinan a HDP'ê, Konferansa xwe ya Herêma Çukurovayê pêk anî. Di konferansê de bal hat kişandin ser Komkujiy Roboskê û hat xwestin ku gûmanbar bên cezakirin.    Meclisa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferanasa xwe y Herêma Çukurovayê pêk anî. Di konferansê de endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê, Parlamenter, aktîvîstên TJA'yê û gelek jinan cih girt. Konferansa ku bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar in" hat lidarxistin, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin.    Di konferansa ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de, bal hat kişandin ser 8'emîn Salvegera Komkujiya Robosê û hat xwestin ku gûmanbar bên cezakirin.