Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê hat girtin 2019-12-28 11:16:40   MÊRDÎN - Hevseroka DBP'ê ya bajarê Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon bi hinceta îfadeya şahidê nepen hat girtin.    Hevseroka bajarê Mêrdînê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Hesîbe Mengîrkaon dema ku di 24'ê kanûnê de ji bo îfadeyê bide çû emniyetê hatbû binçavkirin û sewkî edliyeyê hatibû kirin. Hesîbe piştî îfadeya wê li dozgeriyê hat girtin bi îdaya "endama rêxistinê ye" sewkî dadgehê hat kirin.    Dadgehê jî bi heman îdayê biryar girtina Hesîbeyê da. Hat ragihandin ku ji hesbeyê pirsa şahidên nepen hatiye kirin.   Hesîne ya hat girtin şandin Gitîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.