Li Osmaniyeyê jinek hat qetilkirin 2019-12-28 11:08:53   OSMANIYE - Li Osmaniyeyê Tugba Kaya li mala xwe hat qetilkirin.     Li Taxa Yunus Emre a Osmaniyeyê Tugba Kaya ya 23 salî li mala xwe hat kuştin. Hat zanîn ku piştî bavê Tugba Îsmaîl Kaya ket hundirê malê, dengê çekê ji hundir hatiye û piştre agahî dan polisan ku Tugba Kaya li malê jiyana xwe ji dest daye.    Yekîneyên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê Tugba rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê. Piştî bûyerê palîsan bavê bav Îsmail Kaya û kesê pê re zewicandî Kadîr Kaya binçav kirin. Piştî karê otopsiyê Tugba defin kirin.