Dêra ermeniyan ji bo sala nû şahî li dar xist 2019-12-28 10:23:04   QAMIŞLO - Bi armanca pîrozkirina Noelê, dêra Ermeniyan a El-Qedîse El-Ezraa şahiyek li Bajarê Dêrikê li dar xist.   Dêra ermeniyan ya El-Qedîse El-Ezraa bi armanca serê salê, şahiyek li dar xist, şahî li dêra ermeniyan a bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê pêk hat. Di nav şahiyê de bi dehan ji pêkhateyên ermen û şandeyek keşeyên dêra ermenan yê bajarê Qamişloyê tevlî bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtin li ser giyanê pakrewanan, zarokên dêra Ermeniyan ya El-Qedîse El-Ezraa govend û stran pêşkêş kirin.   Piştre keşeyê dêra ermenan yê bajarê Qamişloyê Bisak Berberyan sala nû li hemû kesan pîroz kir û got: "Bi hêviya ku sala nû bibe sala serkeftin û aramiyê di bajarê me de, her wiha bi hêviya ku gelê me bibe yek û azad bijîn."   Şahî bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.