'Piştî ez ji Efrînê derketim nexweşî bi min re çêbû' 2019-12-28 09:10:15   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Fexiriyê Ibrahîm Sebrî  ya ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê koçberî Şehbayê bû diyar kir ku ew di warê tenduristiyê de di nava tengasiyê de ye û wiha got:"Ji ber qirîza dil, aliyê min ê rastê tevger nagere. Xwesteka min ew e ku ji nexweşiyan xilas bibim û wek berê li ser piyan bim."   Jina bi navê Fexiriyê Ibrahîm Sebrî ji gundê Xirêbê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ye.  Ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê koçberî Şehbayê bû û niha li kampa Serdem a Kantona Şehbayê bi cih bûye. Fexriyeyê 47 salî ye û dayika 6 zarokan e. Ji ber nexweşiya sîng, rîska qirîza dil dijî. Fexiriyê anî zima ku ew mecbûrî koçberiyê hatiye kirin û di nava şerd û mercên dijwar de nikare tedawî bibe.   'Piştî ez ji Efrînê derketim nexweşî bi min re çêbû'   Fexiriyê bal kişand ser nexweşiya xwe û wiha domand: "Dema em li Efrînê bûn, tu nexweşî bi min re tune bû. Piştî em ji Efrînê hatin koçberkirin şûnde, nexweşiya sîngê bi min re çêbû. Ji bo tedawiya min li vir derfet kêm in. Kêmderfetên peydakirina dermanan jî heye."    'Xwesteka min tenê ew e ez baş bibim'   Di berdewamiya axaftina xwe de Fexiriyê diyar kir ku aliyê wê yê rastê ji ber qirîza dil tev nagere û wiha pê de çû: "Dema şekirê min rabû, min qirîza dil derbas kir û aliyê min ê rastê tev nagere. Nêzî du heyv in ez nikarim tev bigerim û rabim ser piyan. Kamp sar e, dema serma li min dide aliyê min ê rastê hişk dibe. Xwesteka min tenê ew e ez baş bibim."   Fexiriyê xwesteka xwe bi van gotinan anî ser ziman: "Tenê dixwazim bijîşka sîng û tedawiya fîzîkî li Şehbayê hebin, ji bo tedawî bibim. Ji ber nexweşiya kirîza dil zimanê min gelek giran bûye û ez di warê axaftinê de ditengijim."