'Ji nexweşan re xureka pêwist û vîtamîn nayên dayîn' 2019-12-27 18:20:12   WAN - Parêzer Sevda Aydin di panela ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş hat lidarxistin de axivî û wiha got:"Girtiyên nexweşên giran jî nayên dermankirin û ji mafê tendirustiyê bêpar tên hiştin. Hin nexweş divê perhîzê bikin lê xureka pêwist nayê dayîn. Di grevên birçîbûnê de jî ji ber ku dermankirina di şertên nebaş de ligirtiyan hat ferzkirin qebûl nekirin û girtiyan dermankirina xwe bi hewldanên xwe kirin."   Şaxa Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY DER) a Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo guhertin û veguhertinê tu jî rabe ser piyan" ji bo piştevaniya bi girtiyên nexweş re panel li dar xist.  Li salona dawetê ya Erenogluyê panel aht lidarxistin û li salonê pankarta bi dirûşma "Tarîtî û faşîzm dê têk biçe û ronahî dê bi ser bikev e ji bo girtiyên nexweş rabin ser piyan" hat daliqnadin. Hevserokên  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û rêxistinên bajêr û navçeyên Wanê yên DBP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) , Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê tevlil bûn.    Panel piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da bi sînevîzyona binpêkirina mafan a serdema AKP'ê dest pêkir. Di panela ku aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Bor kir de wekî axaftvan parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parêzera TUHAY -DER'ê ya Wanê Sevda Aydin tevli bûn.    Di serî de aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Bor axivî û wiha got: "Di tevahiya têkoşîna ku me ji bo nasnameya xwe da de em bi îşkenceyê re rûbirû man.  Em çiqas bi tundiyê re rûbirû bên hiştin jî wê têkoşîna me berdewam bike." Piştî Rojbînê parêzer Sevda Aydin bi bîranîna Komkujiya Roboskê dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şert û merên li girtîgeha Îmraliyê vegotin û got ku divê Girtîgeha Îmraliyê bê tundekirin.    'Li girtîgehan  lêgerîna tazî rûtîn bûye'   Sev da diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê û ya Tîpa T di demên dawîn de lêgerîna tazî û muameleya kêfî rûtîn bûye û berdewam dike.  Sevda bal kişand ser rewşa girtiyên jin jî û ev tişt got: "Personelên jin li girtîgehê kêm in. Jineke ku ji wanê sirgûnî Kandirayê tê kirin personelê mêr wê dibe. Ji ber vê pêkanînê jinên girtî di pêkanîna pêdiviyên xwe yên kesane de zahmetiyan dikişînin."   'Gelek girtî ji ber rewşa girtîgehan nexweş ketine'   Sevda got ku divê  girtiyên nexweş jî wekî nexweşên li derve têkilî bi wan re bê danîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nexweşên giran yên girtî jî nayên dermankirin, doktorên li girtîgehê dinêrin her roj tên guhertin. Gelek girtî ji ber şert û mercên li girtîgehê nexweş dikevin. Bi dehan kes avrêjekê bi kar tîne û ji kapasîteya qawîşan zêdetir girtî li qawîşan tên bicihkirin.  Di grevên birçîbûnê de jî ji ber şert û mercên nebaş yên dermankirinê girtiyan bi hewldanên xwe dermankirina xwe bi xwe kirin.  Li girtîgehê Ambulans tune ye. Ji ber wesayita ku pê nexweşa dibin û tînin girtiyên nexweş bêhtir nexweş dikevin."   'Abdullah Ocalan 20 sal e di bin tecrîdê de ye'   Piştî Sevdayê parlamenter Ayşe Acar bajaran jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: "Hemû pirsgirêkên ku em dijîn ji ber tecrîdê ne. Abdullah Ocalan 20 sal e li girtîgeha tê de di bin tecrîdê de ye.  Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li derve jî li ser me tê kirin.  Li gel şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ye jî dîsa moral dide me. Bi gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê re piştî 8 salan hevdîtin hat kirin."   'Tecrîd şere '   Ayşe malbatên girtiyan jî silav kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Zarokên malbatên ku niha di nav me de ne li dijî tecrîdê bedena xwe ji mirinê re razandin. Tecrîd şer e, tecrîd xesp e, tecrîd hilweşîn e.  Tecrîd pêkanîna îdamê ye. Nehiştin ku em cenazeyê rêhevalên me yên li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest  dan jî bibîin .Birêz Abdullah Ocalan di hevdtîna xwe ya yekem de di serî de pirsa girtiyên di çalakiya greva birçûbûnê de kir. Ez hemû malbatên girtiyan ên li vir silav dikim."   Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.