Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê civîna salane li dar xist 2019-12-27 15:19:50   ŞEHBA - Rêveber û endamên Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê  ku civîna salane li dar xistin teqez kirin ku civîna salane, wê pêşketinên mezin bi xwe re bîne.   Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê bi tevlîbûna 150 jin, ji nûnerên desteya şunwaran û Kongreya Star civîna salane li dar xistin. Di civînê de rewşa siyasî, têkoşîna jinê û karên ku hatine meşandin hatin nirxandin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê rapora  hatibû amadekirin hat xwendin. Jinên ku beşdarî civînê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.    Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê  Emel Ismaîl karê ku hatine meşandin wiha nirxand: "Îro me civîna xwe ya salane li dar xist, di nav civînê de karên ku hatin meşandin, hatin nirxandin.  Karê di nava bajarê Şehbayê de, bi taybet çareserkirina pirsgirêkên jinan, astengkirina zewicandina di temenê biçuk de û pirzewacî. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Şehbayê xwe pêş xistin û gihêştin derfetên zanebûnê. Bi saya fikira netewa demokratîk jina ereb xwe ji zincîrên koletî û sînorên malbatî xilas kir."    'Jinên ereb ji bo azadiyê ked dan'   Rêvebera mala jinê ya bajaroka Til Rifetê Wela Hishos têkîldarî rewşa jin û rola wan di pêşketina jinê de axivî û wiha got: "Rewşa jinan di Til Rifetê de girêdayî rewşa siyasî ye. Di nav salekê de jinên ereb gelek pêş ketin. Girêdana jinên ereb bi Rêber Apo re çêbûye. Jinên ereb bi fikra Serok Apo zincîra koletiyê şikênandin. Jinên erep yê Şehbayê ji bo azadiyê her ked dan û ketin nav xebatê."   'Rewşa jinan hat nirxandin'   Rêvebera mala jinê ya navçeya Fafînê Rifaat El- Ehmed civîn wiha nirxand: "Di civîna me de 150 jin amade bûn. Di hundir civînê de rewşa siyasî, kar û xebat hatin nirxandin. Di dawiya civînê de wê gelek biryar bên girtin ji bo pêşxistina xebata jinan."   Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.