KCD: Kujer dê hesabê komkujiyê bidin 2019-12-27 13:23:33   AMED - Bi minasebeta 8'emîn salvegera komkujiya Roboskê de KCD'ê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Gelê me û raya giştî ya navteweyî divê bi hêzeke xurt beşdarî çalakî û bîranînên komkujiya Roboskê bibin."    Kongreya Civaka Demortatîk (KCD), bi minasebeta 8’emîn salvegera komkujiya Roboskê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Em bang raya giştî ya navnetewî û gelê xwe dikin ku bi hêzeke xurt beşdarî çalakî û bîranînên pêk bên bibin."   Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: "Komara dewleta Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha ligel polîtîkayên dijminatî û pişaftinê yên li hemberî Gelê Kurd meşandiye, bêhejmar komkujî jî pêk aniye. Yek ji van komkujiyan a ku em bûne şahidê wê di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê ya Qilabana Şirnexê ye. Balafirên şer ên tirk li ser serê welatiyan bombe barandin û di encama vê bombebaranê de bedena 34 ciwanên kurd perçe perçe kirin. Serokwezîrê wê demê di daxuyaniya ewilî de li xwe mikur hatibû ku wî fermana vê komkujiyê daye. Ev jî nîşan dide ku ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye.   Komkujiyên bêhejmar pêk hatin   Ligel ku di ser komkujiyê re 8 sal derbasbûne jî heta niha derbarê yên ku ferman dane û ev ferman bi cih anîne de tu tiştek nehatiye kirin. Her wiha ser 'lêpirsînên' ku hatine destpêkirin girtin û ev dosya jî xistin nav dosyayên 'kujer nediyar'. Komkujiya Roboskê, ji komkujiyên ku heta niha li ser gelê me hatiye meşandin yek jê ye. Piştî komkujiya Roboskê êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. komkujiyên bêhejmar pêk anîn. Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.   Sûcdar ji darizandinê dê xelas nebin   Lê belê dîroka têkoşîna gelê me bi awayekî eşkere nîşan daye ku ev êrîş û komkujî nikare vîna gelê me bişkîne û nikare pêşiya biryarbûna gelê me ya xwedî li vîna xwe derdikeve û bihêzbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê bigire. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya Gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyek. Dema ku em li dîrokê dinêrin komkujî û sûcên mirovahiyê, ji hêla kê ve hatiye kirin bila bê kirin hatine darizandin. Kujer çiqasî derfetên desthilatdariyê bi kar tînin, hewl didin ji darizandinê xwe xelas bikin jî teqez ew ê li ber edalet û daraza gel hesabê sûcê mirovahiyê bidin.   Berpirs dê hesab bidin   Ne mumkun e ku komkujiya Roboskê û komkujiyên din ji hişê gelê me û gelên cîhanê derxînin û nikarin bidin ji bîr kirin. Îro daxuyaniyên lanetkirina komkujiya Roboskê yên ji çar aliyên dinyayê tên weşandin hestiyariya gelan a li hemberî vê komkujiyê nîşan dide û her wiha tê xwestin ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn. Ev tevkariya neteweyî û ya navneteweyî di encama têkoşîna biryarbûnî ya gelê me de derketiye holê. Em di wê baweriyê de ne ku rojên ku berpirsên komkujiya Roboskê hesab bidin nêzîk e.   Tevlî çalakî û bernameyên bîranînê bibin   Bi vê bîr û baweriyê em 8’emîn salvegera komkujiya Roboskê careke din bi tundî lanet dikin. Rehma Xwedê li 34 ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane be. Di serî de ji malbata wan û gelê me re  banga me ew e ku bi sebreke mezin vê têkoşîna xwe berdewam bikin. Gelê me û raya giştî ya navteweyî divê bi hêzeke xurt beşdarî çalakî û bîranînên di 8’emîn salvegera komkujiya Roboskê de pêk bên bibin. Em têkoşîna ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiyê bê xwestin hatiye destpêkirin bi dildarî silav dikin."