Li Wanê zarokek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da 2019-12-27 11:34:03   WAN - Li Navçeya Şaxê ya Wanê zaroka bi navê Zilan Ogun bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li Gundê Xaviştanê yê Navçeya Şaxê ya Wanê zaroka bi navê Zilan Ogun a 16 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî ku cenazeyê Zilanê ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê li Goristana Selimbey hat definkirin.    Derbarê mirina Zîlanê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîn hat destpêkirin.