TJA'yê derbarê Roboskê de daxuyanî da: Em ê hesap bipirsin 2019-12-26 14:35:52   AMED - TEJA'yê kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bi daxuyaniyekê bi bîr anîn, diyar kir ku ew ê li gel malbatên Roboskê bin û wiha berdewam kir: "Îktîdara ku ji mafê jiyana mirovan berpirsiyar e, berpirsiyarê komkujiya hatiye kirin û komkujî bi xwe pêk aniye."   Tevgera Jinên Azad (TJA) 34 sivîlên ku piraniya wan zarok bûn û di 28'ê Kanûna 2011'an de li ser sînorê Robaoskê di encama bombebarana balafirên Artêşa Tirk de jiyana xwe ji destan di salvegera komkujiyê de bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berpirsiyarê komkujiyê îktîdare û ew ê bibin hevkarê lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskê.    TJA'yê di daxuyaniya ku derbarê Komkujiya Roboskê de da wiha got:     "Hêzên serdest ên emperyalîst, di tevahiya pêvajoyê de li ser gelan, polîtîkayên tundî, çewisandin û qirkirinê pêk anîne. Di encama van polîtîkayan de endnîgariya Gelê Kurd li çar parçevan hatiye parvekirin û ev gel bi qirkirinê re rûbirû hatiye hiştin.    Di tevahiya Dîroka Komarê de ji Dêrsimê heta Gimgimê, ji Zîlanê heta Roboskê li ser Gelê Kurd bi dehan komkujî hatin kirin.  Ev qirkirinên ku di serdemên îktîdarên cuda de hatin kirin ji aliyê heman hişmendiyê ve bi heman daxwazê hatine kirin. Îktîdara AKP'ê di 28'ê Kanûna 2011'an de li ser sînorê nêzî gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê gelekên wan zarok 34 sivîl di encama bombebarana hewayî de qetil kirin û aşkera kir ku ew jî berdewamiya heman zîhniyetê ye. Di ser vê komkujiyê re 8 sal derbas bûn, di vê pêvajoyê de malbatên Roboskêyî ku li edaletê geriyan, hatin binçavkirin,gitin û komeleya ku damezrandin jî hat girtin. Komîsyona ku ji parlamenteran pêk dihat  rapora 'bi qestî nehatiye kirin' da û komkujî erê kir.    Îktîdara ku ji parastina mafên jiyanê berpirsiyar e di heman demê de berpirsiyarê komkujiyê ye û emrê komkujiyê daye. Komkujiya Roboskê encama polîtîkayên dijminane yên AKP'ê li dijî Gelê Kurd e.   Zîhniyeta qirker a emperyalîst û netewdewletêî, divê bizanibin ku wê hesap bidin. Li gel evqas hewldanên veşartin û nixumandina ser Komkujiyê jî Gelê Kurd dizane ku berpirsiyar kî ne.  Em ê li dijî hemûpêkanînên dijmirovî û di serî de li dijî Komkujiya Robosê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin û dest jê bernadin.  Em careke din kesên ku di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin û êşa wan parve dikin."