Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin 2019-12-26 09:37:04   WAN - Keleka ku penaber têde bûn li Gola Wanê noqî avê bû. Li gorî agahiyên ewil 7 penaber jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî hatin rizgarkirin.   Li Gola Wanê kelekek ku penaberan vediguhezand noqî avê bû. Bûyer li nêzî navçeya Elcewazê pêk hat û hat zanîn ku nêzî 60 penaber di kelekê de bûne. Li gorî zanyariyên ewil 7 penaber jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî hatine rizgarkirin. Hat zanîn ku xebatên rizgarkirinê didomin û tê gotin ku dibe hejmara miriya zêde bibe. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ji ber bayê zêde kelek noqî avê bûye.