'8 sal in li Roboskê şîn berdewam dike' 2019-12-26 09:02:54   Rojda Aydin - Medîne Mamedoglu   ŞIRNEX - Rojnameger Pinar Ural beriya 8 salan ji bo rastiya komkujiya Roboskê ragihîne berê xwe dabû gund. Pinar diyar kir ku hîn jî li gund şîn didome û got: "Piştî 8 salan ez carek din çûm gund, lê êş wekî roja ewil bû. Gotina gundiyan a ‘şeva tarî’ hîn jî li ser gund ranebûye. Heman êş û hêrs heye."   Beriya 8 salan li gundê Roboskê girêdayî Qilabana Şirnexê 34 kes ji bo debara xwe li sînor danûstandin dikirin, lê li ser sînor cenazeyên wan hatin dîtin. Li gundê Roboskê û Bûjehê 28 kes ji heman malbatê bi tevahî 34 welatî di encama erîşa balafirên şer de hatin qetilkirin. Bûyer ji hêla Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi KHK'ê hat girtin ve hat ragihandin. Cara yekem rojnamegerên DÎHA’yê xwe gihandin cihê bûyerê. Di nav rojnamegeran de rojnamegera DÎHA'yê Pinar Ural jî hebû. Pinar piştî 8 salan carek din berê xwe da gundê Roboskê. Pinar hest û ramanên xwe yê roja destpêke û ya piştî 8 salan ji ajansa me re nirxand.    'Min ne dizanî ez ê rastî çî bêm'    Pinar jî wekî her kesî piştî ku li Roboskê bûyer qewimî navê Roboskê bihîstiye. Pinar bi banga midûrê nûçeyan şev di saet 02.00’an de berê xwe daye gund, lê nedizanî ku li vir çî qewimiye û wiha got: "Min navê gund bi komkujiyê re cara yekem bihîst. Min fêm nekir dewletek çawa dikare gundê ser axa xwe gulebaran bike. Me hîn jî bawer nedikir, ji ber wê jî me agahiyan pişrast dikir. Ez hîn nû hînê vî pîşeyê bibûm û cihê ku ez carayekem çûm jî Roboskê bû. Ev ji bo min ezmûnek bû. Min ne dizanî ku ez ê rastî çî bêm. Ez qet nehatibûm Şirnexê. Ez Şirnexê bi tenê bi faîlên meçhûl û bi pêkanînên rêvebiriya hişk re nasdikir. Ez bi van fikran derketim rê.”   'Mirovan bê çarebûn...'   Pinar diyar kir ku dema hatiye nava bajêr û gund tunebûna leşkeran bala wê kêşandiye û wiha axivî: "Dema me ji dûrve Roboskê dinêrî bêdengiyeke mezin hebû. Min ji xwe re digot gelo em hatin gundê rast? Dema ez gihaştim gund min dît ku gundî li qada gund kom bûne. Lê bêdengiyeke mezin hebû û bêdengiya mirinê bû. Mirov bê çarebûn û tenê mabûn. Rêyek tunebû ku dengê xwe bilind bikin. Gundî li hemberî bûyerê li dijî daxuyaniyên Serfermandar bertek nîşan didan û digotin 'Helepçeya duyemîn e û hat serê me.' Êş û hêrsa gundiyan ketibû nav hevdû. Nizanibûn ku dê çi bikin. Bêçaretiyeke mezin hebû.”   Gundî li hemberî çapemeniya alîgir bi bertek bûn   Pinar di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta medyaya alîgir û gotinên kesan û wiha got: "Medyaya alîgir bûyer wekî 'Terorîst hatin kuştin' weşand'. Hikûmet jî heman daxuyaniyê didan. Heta nîvro heman tiştî gotin. Ligel nûçegihanên alîgir nêrîn ji gel girtin jî dîsa heman ferasetê nêz bûn. Gundî li gel nûçeyên ku dihatin weşandin bi bertek bûn."   'Hewldana çapemeniya azad û muxalîf girîng bû'    Pinar da zanîn ku gundî tenê dixwest çapemenî rastiyan derxe holê û bibêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku bûyer di çapemeniya muxalîf û azad de derket, hikûmet jî daxuyaniyek da û got 'Qezeyek leşkerî pêk hatiye'. Gundî jî tenê dixwest ku bê zanîn ku kesên ku hatin qetilkirin sivîl bûn. Ger wê demê çapemeniya azad û muhalîf tunebûye dengê gundiyan nedihat bihistin û rastî dernediketin holê. Piştî demek hikûmet jî di daxuyaniyên xwe de got 'Di encama qezaya leşkerî de sivîl jiyana xwe ji dest dane'. Ji bo me hemûyan tecrûbeyek bi êş bû."   'Eşa xwe bi zêmaran dianîn ziman'    Pinar destnîşan kir ku li dijî vê êşê bêdengiyek hebû û wiha axivî: “Li gund êşa herê mezin a jin û dayikan bû. Di wê demê de lampeyên tu malan nedihat vemirandin. Heta saetên serê sibêhê lampeyên xaniyan vekirî bû û ve jî giraniya şînê nîşan dida. Ji ber ku mirov tu carî ranediketin. Jin wê rojê cilên reş li xwe kirin û heta îro jî cilên rex li xwe dikin. Hîn jî ew şîn nehatiye rakirin. Ji aliyekê ve hewldidan ku derdên xwe bînin ziman û ji aliyek dinê jî ne li ser hemdê xwe bûn. Ji bo zarokên xwe her roj serê sibêhê radibûn û diçûn goristanê. Ji bo zarokên xwe zêmaran digotin. Êş û hêrsa xwe bi zêmaran dianîn ziman.”   'Faîlên Roboskê diyar in'    Pinar di axaftina xwe de bal kişand ser faîlên komkujiyê û wiha dom kir: "Faîlên vê komkujiyê diyar in. Faîlên Roboskê ne faîlên meçûl in.  Faîlên vê komkujiyê kesên ku ferman dan û pêk anîne, qaşo kesên îstîbaratê pêk dianînin û kesên ku digotin ‘her kurtaj Qilebane’ nin. Piştre kesên ku gotin qezayek leşkeriye berpirsyarê vê komkujiyê ne. Ji ber vê jî faîlên vê komkujiyê ne meçul in. Li dijî mirovahiyê sûcek pêk hat û lê tu caran kiryarên ku pêk hatî di tariyê de namîne. Xwestin li ser bûyerê bigirin lê rastî dê derkevin holê. Dê kesên berpirsyar hesabê vê bidin.”   'Dema rastî hat nivîsandin dilê me rehet bû'    Pinar wekî rojnameger 11 rojan li gund maye û nûçe şopandiye. Pinar piştre bi dayikan re çûye serdana goristanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez her roj serê sibehê bi dayikan re diçûm goristanê û min nûçe dişopand. Ji ber vê yekê jî ez bi dilek rehet ji gund veqedetiyan. Rastiya 34 gundiyan derket rûyê erdê. Me êş û derdên kesên vê derê dijîn bi rêya nûçeyên xwe belav kir. Em berê jî bûn şahidê gelek komkujiyan. Lê em bûn şahîdê wê komkujiyê jî. Her wiha ev komkujî komkujiya zarokan bû. Ji ber ku di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn de 19 zarok hebûn.”   'Şîna malbatan hîn berdewam dike’   Pinar piştî 8 salan carek din berê xwe da Roboskê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî 8 salan ez çûm gund lê êş wekî roja ewilê bû. Bi taybetî min cesaret nedikir ku ez bêm. Piştî 8 salan ez hatim û min dît ku tu tişt neguheriye. Şîna malbatan hîn berdewam dike û dayik hêj jî cilên reş li xwe dikin. Gotina wan a ‘şeva tarî’ hîn li ser gund ranebûye.”