ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-26 09:00:00   *Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûriye Şemdîn, di çarçoveya kar û xebatên salekê yên qada aborîyê de nirxandin kir. Hûriyeyê wiha got: "Aboriya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha kooperatifan, hat birêxistinkirin. Wek aboriya jinê em dikarin bêjin sala 2019'an ji aliyê aboriya jinê de bi awayekî erênî û pêşketî bi encam bû." DÎMEN HEYE   *Rojnameger Pinar Ural beriya 8 salan ji bo rastiya komkujiya Roboskê ragihîne berê xwe dabû gund. Pinar diyar kir ku hîn jî li gund şîn didome û got: "Piştî 8 salan ez carek din çûm gund, lê êş wekî roja ewilê bû. Gotina gundiyan a ‘şeva tarî’ hîn jî li ser gund ranebûye. Heman êş û hahêrs heye." DÎMEN HEYE   *Zarokên li kolanan erbanê lêdidin û klaman dibêjin, wek nûnerên nû yên dengbêjiyê rastî eleqeyeke mezin tên. DÎMEN HEYE    * Li Wanê esnafên Park AVM’ê ji ber krîza aborî neçar man dikanên xwe bigirin. Esnaf bi mehane nikarin fatureyên xwe jî bidin û her wiha gelek jin betal man. DÎMEN HEYE    *9’emîn rûniştina G.U ya ku xistibûn tora fihuşê, di rojên borî de li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin. Hat hînbûn ku G.U li yurda ku diman nîne û nayê zanîn li ku ye.   *Li Tirkiyeyê ji sêyan yek nifûsa zarokan e, di 2019’an de îstîsmara li hember zarokan zêde bû. Pisporan bal kişandin ser binpêkirina mafên zarokan û da zanîn ku divê polîtîkayên xizmeta parastinê ya ji bo zarokan zêde bibin. BI DÎMEN