Li Helebê li ser koçberiyê semîner hat lidarxistin 2019-12-25 17:23:09   HELEB - Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li Helebê derbarî koçberiya bi darê zorê û guhertina demografiya heremên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê de semînerek li dar xist.   Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 20'ê çileya 2018'an de êrîşî herêmên Efrînê kir û kiryarên qetilkirinê, wêrankirinê, talankirin û koçberiyê pêk anîn û gel neçar ma koçber bibin. Her wiha di 9'ê cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Girê Sipî û Serêkaniyê kirin, kiriyarên ku dewleta tirk li Efrînê pêk aniye niha jî li Serêkaniyê û Girê Sipî pêk tînê û guhartina demografiyê pêk tînê.    Di vê çerçovêyê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li Helebê derbarî koçberiya bi darê zorê ya ku bi giştî Sûriyeyê pêk hatiye semînerek li hola civînan a MSD'ê ya dikeve taxa Şerqî a Şêx Meqsûd li dar xist. Di semînerê de partiyên siyasî û sazî û dezgehên sivîl amade bûn.    Semîner bi deqeyekê rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê semîner ji aliyê Rêveberiya Meclîsa giştî a Heleb û Şehba Mihemed Reşîd û  Rêveberiya Suriya pêşeroj a beşa Helebê Xalîde Mihemed ve hat birêvebirin.    Pênaseya koçberiyê li gorî zagonên navneteweyî yên mirovî hat xwendin. Di nava pênaseyê de zor û zehmetiyên ku rastî koçberan tên li Rojhilaha Navîn û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xistin. Her wiha êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guhartina demografiya herêmê hat bibîrxistin.   Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.