'Çareseriya pirsgirêka Rojava, bi Rêveberiya Xweser pêkan e' 2019-12-25 14:59:49   QAMIŞLO - Yekîtiya Partiya Demokrat, civîneke berfireh di derbarê rewşa dawî ya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, li bajarokê Rimêlanê li dar xist.   Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh di derbarê rewşa dawî ya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda çand û hunera Aram Tîkran a bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişloyê li dar xist. Her wiha civîn bi tevlîbûna bi dehan kesên ji hemû sazî, dezgehên sivîl yên bajarê Dêrikê û navçeyên girêdayî wê pêk hat.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê civîn ji aliyê Hevserokê Partiya demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ve hate birêveberin.    Şahoz li ser rewşa dawî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Em di qonaxeke pir girîng de derbas dibin, bi qasî ku êrîşên giran li ser me tên meşandin hemû kes hebûna me dike armanc û dixwazin me tune bikin. Her wiha bi têkoşîn û berxwedana xwe derfetên pir mezin derketiye holê. Me bi hêz û îradeya xwe gelek serketin bi dest xisitin, dijmin dixwaze me qir bike, divê ku em hemû bibin yek da ku em bikaribin li pêşiya van êrîşan bisekinin."   Şahoz di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Çareseriya pirsgirêka Rojava  di Rêveberiya Xweser de em dibînin, her wiha em ê ji bo vê yekê têbikoşin."   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.