Li Sêrtê gelek kes kirin bin çavan 2019-12-25 13:48:20   SÊRT - Duh eskeran bi ser mezraya Umyanis a navçeya Perweriyê ve girt. Dayik û bavê Hasan Înal ê li Şirnexê di bin hezazê de maye jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin.    Li mezraya Umyanis a girêdayî gundê Dogan ê navçeya Perweriya Sêrtê duh eskeran bi ser malan de girt. Eskeran li malan lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê bi angaştên “Propaganda rêxistinê kirine” û “Kesan tevlî rêxistinê dikin” Ahmet Tunç ê 70 salî ku nexweşê penceşêrê jî di nav de 19 kes binçav kir. Hat zanîn ku piştî hevdîtinên li gel dozger Tunç hatiye berdan.    Navê hin kesên binçavkirî nehat zanîn. Dayik Hasan Înal ê li Şirnexê di bin hezaza kana komirê de maye Sarya Înal û birayê wî Mîrza Înal jî hatine binçavkirin. Hat zanîn ku ji bo Sarya û Metîn Înal bên berdan dê parêzer bi dozgeriyê re hevdîtinê pêk bînin.   Ji 18 kesî 3 zarok in   Hat gotin hema bêje nîvê şêniyên mezrayê hatine binçavkirin û zarok û sewalên wan bêxwedî mane.    Navê hin binçavkiriyan wiha ye: Ahmet Batibey (15), Leyla Batibey (zarok) û Diyar Tunç (zarok), Hazal Kulter, Kasim Kulter, Sadik Tekne, Zeynep Tekne,  Mustafa Kapar, Emîne Kapar, Salîh Tunç, Sadik Kaplan, Serhat Kapar, Kadriye Kapar.    'Zarok tenê man'   Sadik Kulter da zanîn ku dayik û bavê wî hatine binçavkirin û nîvê gund hatine binçavkirin. Sadik diyar kir ku zarok, welatiyên astengdar û sewal bêxwedî mane. Kulter got gundiyên wan bi sedemên neheq hatine binçavkirin û malbata wî û gundî hemû werin berdan.