19 şikeftên xewezayî hatin rûxandin 2019-12-25 12:27:53   AMED - Di operasyona leşkerî ya li sêgoşeya Licê, Farqîn û Pasûrê de 19 şikeftên xwezayî hatin rûxandin.    Li sêgoşeya navçeyên Licê, Farqîn û Pasûrê yên Amedê bi beşdariya gelek yekîneyên taybet di 23’ê Kanûnê de operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Operasyon duh êvarê bi dawî bû. Hat zanîn ku eskeran li herêma operasyonê bi ser hinek gundan de girtine û lêgerîn li malan pêk anîne. Hat ragihandin ku eskeran di operasyonê de 19 şikeftên xwezayî rûxandine.