'Giştînameya Wezareta dadê ne li gorî pêdiviyan e' 2019-12-25 11:48:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Mor Çati bertek nîşanî Giştînameya Wezareta Dadê da û wiha got: "Di warê têkoşîna bi tundiya li ser jinê re tişta acîl ku divê Tirkiye bike pêkanîna Peymana Stenbolê ye."   Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, di nirxandina ku li ser hesabê xwe yê medya civakî yê fermî debarê giştînamey Wezareta Dadê ya 17'ê kanûnê hat weşandin de nirxandin kir û wiha got: "Di hin xalên giştî nameyê de hewldayîna ku tundiy li ser jinê ji nedîtîve bê heye. Ji ber vê ger ku Tirkiye dixwaze di warê tundiya li ser jinê de hin gavên ku tundiyê asteng bikin biavêje divê demildest Peymana Stenbolê pêk bîne."   Nirxanidina Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati bi kurtasî wiha ye wiha ye:    "Ji aliyê Wezareta Dadê di 17'ê Kanûnê de giştî nameya bi hejmara 154/1, qanûna 6284 ku yek ji amûra herî girîng ya têkoşîna bi tundiya li ser jinê re ye, tedbîrên ku jinê biparêze û tundiya li ser wê asteng bike di nav xwe de dihewîne.    Herçend ku giştî name ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê û qanûna 6284 bike meriyetê hatibe amdekirin jî kêmasiyên cur bi cur û pirsgirêkên tê de hatine tespîtkirin.    Di serî de di xala 5'emîn a giştînameyê de, tê xwestin ku parvekirinên derbarê lêpirsîna di warê tundiya li ser jinê de bên qedexekirin û ev jî tê wateya ku tundiya li ser jinê di rojevê de neyê dîtin. Em di dema lêpirsên di warê tundiya li ser jinê de bi gotinên zayendparêz re rûbirû dimînin. Tundiya li jinê tê kirin di paş deriyên girtî de rê nikare lê bê girtin û divê bê teşîrkirin. Ev xala giştî nameyê tundiya li jinê tê kirin vedişêre û têkoşîna ku ji bo jinê edalet tê xwestin ditepisîne.    Tundî carna ne fîzîkî ye û ji bo wê wekî ku di qanûna 6284'an de jî tê gotin îspat nayê xwestin. Lê di xala gitînameyê ya B/2-b de rapora lêkolîna civkî de ji bo tedbîra ku bê pêkanîn wê demê bigire û tişta girîng jî ew e ku li gorî vê xalê wê îspat bê xwestin. Ji ber wê em dixwazin ku Peymana Stenbolê bê pêkanîn."