'Ziman hebûna mirovan e' 2019-12-25 11:45:36   HELEB - Dibistanên Helebê dest bi ezmûna nîvê salê kirin. Xwendekarên seretayî, navîn û amadekariyê tevlî ezmûnê bûn.   Li Helebê ber  bi dawîbûna nîvê salê xwendekaran dest bi ezmûnan kirin. Xwendekarên seretayî, navîn û amadekariyê tevlî ezmûnê bûn. Dê ezmûn heta hefteyekê bidome. Piştî bidawîbûna ezmûnan dê karne li xwendekaran were belavkirin û betlanaya 15 rojan, dê dest pê bike. Ajansa me serdana dibistana şehîd Qehreman Efrîn kir û ezmûna xwendekaran şopand û nêrîna Rêveberiya dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, Heyfe Hesen girt.   'Xwendekar bi dilxweşî tên ezmûnan'    Heyfeyê bal kişand ser ezmûna xwendekaran û wiha domand: "Em weke dibistana kurdî, me dest bi ezmûna yekemîn kir. Xwendekar bi dilxweşiyekê tên ezmûnan. Pirsên ku di ezmûnan de tên pirsîn, li gor waneyên ku hatine dayin tên pirsîn."   'Ziman hebûna mirovan e'   Heyfeyê diyar kir ku ew xwediyê ziman û çandek kevnar in divê xwedî lê derkevin û wiha pê de çû: "Em bi hêvî ne kurdên ku li hemû cîhanê dijîn zarokên xwe li dibistanên kurdî perwerde bikin. Em kurd in xwedî ziman û çandeke kevnar in, divê em xwedî derkevin. Mirov bi zimanê xwe tê nasîn, ziman hebûna mirovan e. Em ê weke mamosteyên KPC-Demokratîk, bi zanebûna çanda xwe zarokan mezin bikin."