6 karkerên qeyûm şermezar kirin, ji kar hatin derxistin 2019-12-25 11:08:38   AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin, ji ber di dema binçavkirina Hevşaredar Kezîban Yilmaz da, binçavkirina Kezîban bi çepikan şermezar kirine ji kar hatin derxistin.    Piştî Hevşaredara Peyasê (Kayapinar) Kezîban Yilmaz hatibû binçavkirin, di 21'ê Cotmehê de qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Di dema tayînkirina qeyûm û dorpêçkirina şaredariyê de hin xebatkarên şaredariyê bi çepikan û dirûşmeyan binçavkirin û tayînkirina qeyûman şermezar kiribûn. Ji karkerên di nav vê çalakiyê de cih girtin 6 jê ji kar hatin derxistin.    Qeyûm gazî karker Nazan Îpek, Tarik Çavli, Yuksel Onsal, Omer Ayan, Melek Demîr û Sonay Altûn kir û dîmenên di dema şermezarkirinê de nîşanî wan da û paşê ew ji kar derxistin. Her wiha Qeyûm, Midûra Îmraê ya Şaredariya Peysaê Songul Şahîn jî ji peywirê dûr xist.    Karker Nazan Îpek, diyar kir ku 10 sal in di şaredariyê de dixebite û roja ku tayînkirina qeyûm şermezar kiriye ji kar hatiye derxistin.    Kezîban, da zanîn ku gava qeyûm hat tayînkirin tam mehekê bi mobbîngê re rû bi rû maye û got: "Ez li Beşa Çapemenî û Têkiliyê Gel de dixebitîm, lê gava qeyûm hat cihê min guherand. Ji min re gotin, 'Tu nikarî li vira rûnê'. Hefteyekê min nizanibû ez ê çi bikim. Paşê gazî min kir, kaxezek da min. Min dan ser karê paqijiyê. Ji min re gotin, 'Tu yê paqijiya 23 odeyên li jêr bikî'. Min her sibeh her 23 ode paqij dikirin. Paşê saziyên din jî bi min dan paqijkirin. Mehekê bi mobbîngê re rû bi rû mam".    Kezîban, da zanîn ku qeyûm Unal Koç di 28'ê Mijdarê de gazî wê kiriye û pêşî vîdeoyê çalakiya şermezarkirinê nîşanî wê daye û paşê jîe wi kar derxistiye. Îpek, got: "Ji ber min bi çepikan şermezar kir min ji kar derxistin. Ji me re gotin, 'Hûn li dijî biryara dewletê rabûne'. Midûrê qeyûm Cîhat Kayhan ji min re got, 'ez bi kêfxweşî te ji akr derxim. Hûn HDP'î hemû li ber çavê min sûcdar in'".    Kezîban, destnîşan kir ku kes nikare mirovan bi birçîbûnê terbiye bike û got, serî li dadgehê daye.