ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-25 09:00:00   *Endama Komîteya Jîneolojîyê, Dîrok Qehreman xebata Jineolojîyê ya salane a herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nirxand. Dîrokê wiha got: "Me di vê salê de hewil da ku xwe bigihînin her ferda/ê civakê. Çimkî xebatên di qada Jîneolojiyê de nîşaneya pêşketina civakê ye." DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê wekî her sal îsal jî bi kuştin,tecawiz,tacîz û tundiyê derbas bû. Der barê polîtîkayên îktîdarê yên sala 2019’an de, berdevka HDK’ê û parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî. Gulîstanê diyar kir ku polîtîkayên îktîdarê bûn sedema zêdebûna tundiyê û got ku AKP dê biçe lê kar û têkoşîna wan dê bidome. BI DÎMEN   *Nivîskarên jin ên Kurd diyar kirin ku divê jin bi zimanê xwe binivîsin û gotin: “Em gelek dîroka xwe ji kesên di paşerojê de şopa hiştine fêr bûn. Divê em jî niha ji zarokên xwe re tiştekî bihêlin. Komelebûn jî di warê pêşketina zimanê dayikê de gelek girîng e.” BI DÎMEN   *Di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 welatî li ser sînor di encama bombebarana balafirên dewleta tirk de hatin qetilkirin. Ciwan û zarokên ku bi destên hev girtibûn bi hev re ber bi mirinê ve çûn. Dayikên wan ciwanan  û zarokan jî 8 sal in dest dest dane hev û rondikên çavên xwe bi hev re paqij dikin û êşa xwe bi hev re parve dikin.  BI DÎMEN   *Li Wanê ji bo veguhestinê 50 kuruş zem hat kirin û ji ber vê jî bertekên tund tên nîşandan. Jinên Wanê diyar kirin ku ew ji ber zeman gelek mexdûr bûne û gotin divê gel dakevin kolanan û bertek nîşan bidin. BI DÎMEN   * Jina bi navê Ronahî Sirdaş 2 sal berê hat binçavkirin û di encama îfadeya 4 kesan de bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame hat amadekirin û tevî ku 4 şahidan gotin ‘me bi zora polîs îfade da û nas nakim’ jî dadgehê 12 sal ceza li Ronahî birî.   *Girtiyê bi nave Selamî Keleş li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê girtiye û nexweşê epîlepsê ye. Dayika wî Guzel Keleş diyar kir ku rewşa tenduristiya wî her diçe xera dibe û wiha got: “Deng bidin girtiyên nexweş. Hîna ku zarokên me nemirine em xilas bikin.” BI DÎMEN