Ji bo Abdullah Ocalan li Mexmûrê meş hat lidarxistin 2019-12-24 16:13:02   MEXMÛR - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meş hat lidarxistin.    Xwendevanên Dibistana Amedehiyê yên Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin. Meşê ji ber dibistana amadehiyê dest pê kir û heta ber Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê meşê dewam kir. Berî meşê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî meşê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Kajîn Ozek ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên hegemon li ser gelê kurd polîtîkayên îmha û înkarê dimeşînin û gelê kurd li dijî vê yekê her dem li ber xwe dide.    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe û wiha hat gotin:"Em cezayên dîsîplînê yê ku li Rêber Apo hatiye birîn şermezar dikin. Di heman demê de em rûreşiya ku li Rojava li dijî gelê kurd tê kirin jî şermezar dikin. Em dibêjin ku tu carî ew ê bi ambargo û bi zextan îradeya me nikarin teslîm bigirin. Em li dijî êrîşên faşîst her dem serî hildin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.