Pirsa mîtingên bi destûra walîtiyê hat lidarxistin, ji Fîlîz Bûlûttekîn hat pirsîn 2019-12-24 11:15:56   AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin duh bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Ji emniyetê bigire heta dadger, beşdariya Buluttekîn a çalakiyên partiya wê HDP li dar xistine jê hatiye pirsîn û jê pirsîne “Tu li ser fermana kê û bi çi armancê beşdarî çalakî û şahiyên HDP’ê bûyî?”     Li Amedê di 20’ê kanûnê de Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Emniyeta Amedê duh wan birin Dadgeha Amedê û  Fîlîz û Cemal bi angaşta “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin, Eken jî bi tedbîra kontrola edlî hat berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi angaşta ku Buluttekîn “Endama rêxistinê ye” lêpirsîn derbarê wê de da destpêkirin û ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin. Di girteka lêpirsîna emniyetê de 51 pirs jê hatine kirin û 46 pirs ji malperên nûçeyan û çalakiyên partiya wê li dar xistiye pêk tên. Balkêş e 3 çalakiyên HDP’ê yên li ser destûra Walîtiya Amedê li dar xistiye û ku Fîlîzê beşdar bûye wek pirsa “armanca beşdariya te û tu li ser fermana kê beşdar buyî” jê hatiye kirin.    Di girtekê darizandinê de nehatiye diyarkirin ku biryara girtina Fîlîzê kengê hatiye dayîn, lê roja 20 kanûnê ji saet 05.30 heta saet 15.00’an li mal, wesayîta wê û odeya meqamê wê ya Şaredariyê lêgerîn hatiye kirin.     Di girteka darizandinê de li Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Amedê di hizûra Serdozgerê Komarê de di 21’ê îlona 2018’an de şahidê nepen “Firar” îfade daye û gotiye: “Di nava TJA’yê de xebat birêve dibe. Van xebatan bêtir li ser partiya siyasî birêve dibe. Niha Hevseroka HDP’a Amedê ye. Ji bo ku seroka bajêr e, amadekariya çalakî û şahiyên tevgera jinan ji çapemeniyê re radigihîne. Kesayetên di nava kadroya KCK’ê de xebat birêve dibin ferman didinê û fermana wan bicih tîne.” Derket holê ku van beyanên şahidên nepen piştî salek û 3 meh şûn ve ji Buluttekîn pirs dikin.   Fîlîzê beyanên şahidê nepen qebûl nekir û destnîşan kir ku ev hêncetên sexte ne û ew aktîvîstek jin e û li ser navê navenda giştî ya partiya xwe HDP’ê ew xebitiye.     Ji Fîlîzê pirsa tevlî bûna wê ya mitînga HDP’ê ya di 19’ê çileya 2019’an de li dar xistiye, mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê jê hatiye kirin û li ser fermana kê beşdarî van şahiyan bûye jê hatiye pirsîn.     Gelek axaftinên Fîlîzê yên di pêvajoya hilbijartina xwecihî ku li gelek deveran kiriye û rexne û berteka li dijî qeyûm jê hatiye pirsîn.     Çalakî û şahiyên di navbera 2017, 2018 û 2019’an de yên wek “Vekirina buroyên hilbijartinê yên HDP’ê, beşdariya sersaxiya Zulkuf Gezen ê ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî, daxuyaniyên greva birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve hat destpêkirin, mitînga HDP’ê ya ‘Hevdîtina Ciwanan û Gel’, meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Ser Jinan, Komxebata Zimanê Kurdî, bîranîna Serokê Kürt Dil Çalıştayı, bîranîna Serokê HEP’ê ya Amedê Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, merasîma cenazeyan, daxuyaniya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Kongreya 5’emîn a DBP’a Amedê, danasîna namzetên hevşaredarên jin ên HDP’ê, Konferansa Jinan, beşdariya şahî û çalakiyên bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan pêk hatine” pêk hatine wek sûc arasteyî Fîlîzê hatine kirin.     Parêzerê Fîlîzê, Sertaç Buluttekîn diyar kir ku tevî biryara nepen li ser dosyeya miwekîla wî bûye jî agahiyên derbarê dosyeyê de bi çapemeniyê re hatiye parvekirin û xwestine bi parvekirina van agahiyan di nava raya giştî de têgihînek cuda çê bikin. Buluttekîn da zanîn ku xebatên miwekîla wî kiriye hemû xebatên partiya siyasî ne û ji 50 pirsên derbarê miwekîla wî de hatine amadekirin 45 pirs têkildarî xebatên wê yên siyasî bûne. Buluttekîn anî ziman ku beyanên şahidê nepen bi navê “Firar” hemû bê bingeh in û xebatên miwekîla wî kirine li gorî qanûnên destûra bingehîn yek jî nabin sûc.    Dadger rewşa delîltiya heyî, beyana şahidê nepen, pirtûkên qedexekirî yên li malê hatine desteserkirin, beşdariya merasîmên cenaze kir hêncet û bi angaşta Fîlîzê “Endama rêxistinê ye” da girtin û şand Girtîgeha Tîpa T a Amedê.