'Komkujiya Til Rifatê komkujiya Roboskê tîne bîra me' 2019-12-24 09:02:44   Rojda Aydin-Medine Mamedoglu   ŞIRNEX - Dayikên ku zarokên xwe di komkujiya Roboskê de winda kirin 8 sal in li pêy edaletê ne û gotin: "Komkujiya li Til Rifetê dişîbe Roboskê û ji ber ku li vir zarok hatin qetilkirin û cenazeyên zarokan li pêy hev hatibûn bi rêzkirin. Ev tişt komkujiya Roboskê anî bîra me. Em daxwaz dikin ku edalet pêk bê û sûcdar bên cezakirin."    Di 28’ê kanûna 2011’an li gundê Roboskiyê girêdayî Qilabana Şirnexê 34 kes ku piranî jî zarok bûn dema derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn û ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin. Li ser bûyerê 8 sal derbas bûn. Çend di raya giştî de cih girt jî heta îro jî sûcdar nehatin darizandin. Her wiha parêzerên ku serî li  Dadgeha Qanûnê (AYM) da bûn bi hinceta belge kêm in serlêdan hat redkirin. Dîsa Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (AÎHM) jî bi heman hincetê serlêdan red kir. Biryarên ku hat dayîn ji hêla malbatan ve rastî nerazîbûnê hat û lê dîsa lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Dayikên Roboskê dibêjin “heta faîl neyên dîtin ji me re rehetî nîne” û 8 sal di nava hewldanan de nin.    ‘8 sal in bi vî êşê re radibin û rûdinên’   Kadriye Encu dayika Hamza Encu ye bal kişand ser xeyalên kurê xwe û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Xeyalên 34 ciwanên kurd hebûn lê xeyalên wan nîvco man û cenazeyên 35 zarokan ji me re hatin. Tu sûcê zarokan tune bû. Kurê min ji bo xeyalê xwe çû. Lê belê kurê min ê ku 80 kîlo bû bi tenê 4 kîloyê wî gihişte destê min. Cezeyê kurê min di poşêt de hat û me wisa defin kir. Piştî ku me kurê xwe defin kir du hefte piştî bûyerê me parçeyê milê wî nêzî cihê bûyerê dît. Me wî parçeyê jî piştre anî defin kir. Em 8 sal in bi vî êşê re radibin û rûdinên."   'Em roportaj didin piştre jî îfade didin?'   Kadriye, destnîşan kir ku li hemberî kesên ku roportaj didin lêpirsin tê destpêkirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema em roportaj didin derbarê me de lêpirsin tê destpêkirin. Dema em qala zarokên xwe bikin û qala bûyerê bikin ji bo îfadeyê bang li me dikin. Em ê hesabê ji kî bipirsin. Kî neheqe û kî sûcdar e ne diyare. Lê tenê me diçin îfade dikin. Kesên sûcdar divê îfade bidin. Lê çi dikin bila bikin em natirsin."   'Sûcdar nayên darizandin'    Kadriye, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî Roboskê jî komkujiya li hemberî kurdan kêm nebûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Til Rifatê di encama êrîşê de di nav de 8 zarok heyî bi tevahî 10 kes hatin qetilkirin. Wêneyê ku li Til Rifatê derket holê berdewamiya Roboskê ye. Beriya 8 salan komkujiya ku pêk hatî de faîlên wî derneketin holê û nehatin ceza kirin. 8 sal in îfadeya kesekî nehat girtin û kesek nehat darizandin. Em tenê edaletê dixwazin. Em naxwazin zarok û ciwan bên kuştin."   'Zarokên me çima tên kuştin?'    Dayika Şervan Encu Leyla Encu, daxwaza darizandina sûcdaran kir û wiha axivî: "Ez dayika 34 kesa me ne tenê dayika Şervan im. 8 sal derbas bûn lê em 8 sal in li pêy bûyerê ne ku sûcdar bên darizandin. Guh û çavên me li ber deriya ne ku bibêjin kujerên 34 kesan tên darizandin. Bi cezayê belkî hinek êşa me sivik bibe. Roj bi roj li dijî kurdan komkujiyek din pêk tê. Em naxwazin dayik bigirîn. Ev ciwan û zarok çima tên kuştin? Hemû jî zarokên me ne.”   ‘Faîl diyar in'    Leyla, di axaftina xwe de qala komkujiya li Til Rifatê kir û diyar kir ku di nav de 8 zarok û bi giştî 10 kes jiyana xwe ji dest da. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema min wêneyên kesên ku hatî kuştin dît bûyera ku 8 sal beriya niha qewimî hat bîra min. Ferqa wan ji zarokên me tune ye. Dema min wan  nêrî komkujiya Roboskê ji nû ve hat bîra min. Ji ber ku di wêneyê Rojava de cenazeyên wan zarokan hemû li gel hev rêz kiribûn, wekî cenazeyên Roboskêyê bûn. Ferqa wan ji kurê min nîne. Em dixwazin êdî xwîn nerije. Tenê daxweziyek me heye û em dixwazin faîlên zarokên me bên dîtin. Ji xwe faîl diyar in.”   ‘Êdî bes e ev qas mirin'   Xwişka Orhan Encu (13) Sevê Encu bal kişand ser komkujiyê û wiha got: "Kesên ku bûn sedema komkujiyê em wan şermezar dikin. Bi van komkujî û mirinan her roj Roboskêyek nû li me didin jiyîn. Dema ez di televîzyon û rojnameyan de nûçeyên mirinê dibînim cenazeyên ku me wê rojê hilgirtibûn tê bîra min. Em edaletê dixwazin. Em naxwazin ku mirin çêbin. Êdî ne bes e ev qas mirin û komkujî? Êdî bes e."