Kesên xwestin daxuyaniyê bidin hatin astengkirin 2019-12-23 16:38:01   AMED - Rêveberên HDP’ê û DBP’ê xwestin girtina Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr şermezar bikin. Polîsan daxuyaniyê asteng kir û mertal danîn pêşiya rojnamegeran û şopandina çalakiyê asteng kirin.   Rêveberên HDP’ê û DBP’ê girtina hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr li ber Dadgeha Amedê şermezar kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê û rêveberên HDP’ê li ber dadgeha Amedê darizandina Filiz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr şopandin û xwestin li ber dadgehê daxuyanî bidin çapemeniyê.     Polîsan bi hênceta biryara Walîtiya Amedê ya qedexekirina çalakiyan daxuyaniyê asteng kir. Tevî dorpêçkirina polîsan jî girseyê bi çepik û lîlandinê dorpêçê şermezar kir. Di vê navberê de polîsan bi mertalên xwe rojnamegerên daxuyanî dişopandin asteng kir û wan dafdan û ji cihê daxuyaniyê dûr kir. Di vê navberê de mîkrofona hin rojnamegeran di nava dorpêça polîsan de di destê HDP’iyan de ma.    Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di nava dorpêça polîsan da daxuyanî da. Bi saya mîkrofonên di destê HDP’iyan de mabûn dengê daxuyaniyê gihîşt cem rojnamegeran. Polîsan mertalên xwe bilind kir û kêşandina dîmen û wêneyan jî asteng kir.    Saliha bertek nîşanî biryara qedexeyê ya Walîtiyê da û got: “Em bûn şahidê bêhiqûqiyek din jî. Ev çend roj in hevşaredarên me Fîlîz û Cemal di binçavan de bûn. Çek xistin serê wan û wan binçav kirin. Çek xistin serê kurê Fîlîz yê 10 salî jî. Li vî welatî em dibînin ku hiqûq û edaletê çawa binpê dikin a niha li vir diqewime jî nîşaneya vê yekê ye. Girtina hevşaredarên me bi hêncetên bêbingeh pêk tê. Lê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev îqtîdar Tirkiyê ber bi çiravê ve dibe.    Saliha di nava dorpêça polîsan de axaftina xwe domand û polîsan jê re got ‘were em hevdîtin bikin.’ Aydenîz bersiva polîsan da û got: “Em ê li ser çi hevdîtin bikin? Em mafê xwe yê demokratîk bikar tînin. Walî nikare qedexeyê deyne ser me. Walî bi vê biryara xwe ya qedexekirî nikare çalakî û daxwazên demokratîk asteng bike. Hûn ji vê yekê re nebin amûr. Çi dibe bila bibe em ê mafê xwe yê demokratîk bikar bînin. Em biryara qedexeyê ya Walî nas nakin. Çimkî dijqanûnî ye. Walî îro li dijî vê Destûra Bingehîn a vî welatî derdikeve û tevger dike.”   Piştî axaftina Ayedenîz girse ji ber dadgehê veqetiya.