Kongreya Star a Helebê civîna salane li dar xist 2019-12-23 14:53:41   HELEB - Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê civîna xwe yê salane li hola Efrînê li dar xist û di civînê de nirxandina sala 2019'an hat kirin.   Bi dawî bûna sala 2019'an Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê civîna salane li hola Efrînê li dar xist. Di civînê de endam, komîn, asayîş, sazî û dezgehên Kongreya Star amadebûn. Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Ji bo aştiyek bi rûmet em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin" û "Bi berxwedaniya wekheviya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin" hatibûn daliqandin.    Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê despê kir. Rapora Kongreya Star a Helebê ya salane hat xwendin. Piştî xwendina raporê revebera Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yusif axivî. Hediye wiha axivî: "Em sala 2019'an bi dawî dikin. Ji bo wê em dikarin bêjin ku sala 2019'an rengê jinê bû. Rewşa ku em têde derbas dibin, pir hesas û dîrokiye. Di aliyê siyasî de gelek guhertin çêdibin, em jî hewl didin ew guhertin bikeve bin xizmeta gelê me. Divê em bi sala nû re xebatên xwe yên derbarê jinan de zêdetir bikin."   Civîn bi nirxandinan bi dawî bû.