Hevşaredarên Sûrê hatin girtin 2019-12-23 14:38:06   AMED -  Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemîr, hatin girtin.    Hevşaredarên Navçeya Sûrê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Buluttekin, Cemal Ozdemîr û endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken ên di 20'ê kanûnê de hatibûn binçavkirin û biribûn Şaxa TEM'ê ya Amedê. Îro sewqî edliyê kirin. Piştî îfade hatin dayîn hevşaredar Fîlîz û Cemal hatin girtin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken jî bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan.