Pervin Buldan: Di heqiba me de teslimbûn tune ye, berxwedan heye 2019-12-23 11:37:53   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a di Civîna Meclisa Jinan a HDP'ê de axivî, wiha got: "Di heqîba me de bêzarî û teslîbûn tune ye, di heqîba me de têkoşîn heye û berxwedan heye. Em careke din dibêjin ku wekî meclisa jinê em ê erka dikeve ser milê me bi cih bînin û dibêjin ku em ê jin mohra xwe li pêvajoyê vê serdemê bidin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya kongerya ku wê Meclisa JInê pêk bîne civîna xwe ya dawî li navenda Giştî ya HDP'ê li dar dixe. Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ve hat kirin.    Pervînê, ewil jinên di dorpêç û qedexeya bajaran de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: "Dibe ku hûn di nav me de bi awayekî fîzîkî nebin. Lê hûn bi biryar, bawerî, têkoşîn û fikra xwe di nav me de ne."    'Me demek tarî derbas kir'   Pevîn, anî ziman ku hefteya borî salvegera qedexeya derketina kolanan bû û wiha got: "Me demek tarî derbas kir. Bi taybetî ez dixwazim balê bikişînim ser Dayika Taybet. Cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li erdê ma. Dîsa dema Melek li ser sifrê bû guleya hawanê lê ket û hat kuştin. Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopî Pakize Nayir û endama KJA'yê Fatma Uyar, Asya Yuksel û hemû kesên di qedexeyan de hatin kuştin bi bîr tînim. Em baş zanin ku rêya me dirêj e. Têkoşîna me bi îdîa û biryar e. Di vê têkoşînê de her dem komkujî pêk hatiye û niha jî didome. "    'Mafê bijartin û hilbijartinê yê jinê asteng dikin'   Pervînê, bal kişand ser kuştina jinan û wiha lê zêde kir: "Di serdema AKP'ê de kuştina jinê tu carî neqediya. Li hemberî vê yekê tu carî polîtîkayên tedbîran jî nehatin pêşxistin. Ev jî bêtir dibe sedema ku tundî zêde bibe. Bêtir kuştin zêde bibe. Dîsa bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartina jinê asteng dikin û mafê wan ê siyasetê xezp dikin. Li aliyê din li dijî pergala Hevserokatiyê tundiya siyasetê dikin. Bi ser mala hevşaredarên me yên jin de digirin û çekan dixin serê wan. Mînaka herî dawî bi ser mala Hevşaredara me ya Sûrê Filîz Buluttekîn de girtin û çek xistin serê wê û kurê wê yê 10 salî. Hemû hevşaredarên me bi vê rêbazê tên binçavkirin û bi awayekî neheq tên girtin. Dîsa li Geverê polîs û eskeran bi ser mala Fahrîye Gurbuz de girtin û di serdegirtina malê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Gelek êrîş hene. Tundî gelek zêde heye. Sedemek vê yekê heye. Ji ber ku AKP pir zêde ji jinê ditirse. Ji ber ku ji têkçûnê ditirse. "     'Em ê mohra xwe li têkoşînê bidin'   Pervînê herî dawî bal kişand ser tecrîdê û wiha axivî: "Yên di krîza aborî de yên herî zêde mafê wan tê binpêkirin û keda wan tê xwarin jin in. Yên herî zêde qîmeta jiyan û jiyandinê zanin jin in. Ji ber ku jin di afirînin. Yên herî zêde dizanin ku herî zêde pêdiviya welat ji aştiyê heye dîsa em jin in. Îro pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd û tecrîd e. Birêz Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de xwest bi rêya aştiyê û diyalogê pirsgirêkê çareser bike. Di vê mijarê de daxuyaniyê jinan ên piştgiriyê dide daxwaza Ocalan di cih de ne û watedar in. Di heqîba me de teslimiyet tune ye. Di heqîba me de têkoşîn û berxwedan heye. Em wekî meclîsa Jinê ya HDP'ê carek din diyar dikin ku em dê rola xwe bilîzin û mohra xwe li têkoşînê bidin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."