'Vîna jina azad ji tang û topên wan bi hêztir e' 2019-12-23 09:12:29   Medya Silêman/ Lîlav Hesen   QAMIŞLO -  Li Tirbespiyê dayikên ku navê berxwedêran li zarokên xwe kirine gotin: "Em ji Erdogan û komên girêdayî wî re dibêjin, we Hevrîn û Amarayek qetîl kir, lê dê bi hezaran Hevrîn û Amara werin dinê û wê bibin şopdara rêya Hevrînan."    Di 9'ê cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî rojavayê Kurdistanê kirin. Di van êrîşan de jinên pêşeng ên weke Hevseroka Gişti ya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û şervana YPJ'ê Amara Rênas ku çavên Erdogan û komên girêdayî wî ditirsandin bi hovana hatin qetilkirin. Lê Di çanda Gelê Kurd de lixwekirin navên kesên navdar yên ji bo civakê têkoşiyane û pêşengtî kirine heye.  Ji van mînakên yên herî dawi ku pêşengiya şoreşê kirin, navên her du jinên berxwedêr Hevrîn û Amara ne ku piştî şehadeta wan zarokê ku çêdibin navê wan li van zarokan tê kirin.   'We Hevrînek qetîl kir wê bi hezaran hevrîn bên dinê'   Jina bi navê Sozdar Remo ku navê Hevrîn Xelef li keça xwe kiriye wiha dibêje: "Armanc ji girtina navê Hevrînê ew e ku em ji çeteyên Erdogan re bibêjin, ger we Hevrînek qetîlkir dê bi hezaran Hevrîn werin dinê  û wê bibin şopdara rêya Hevrînan. Hevrîn û Amara jinên çalak bûn û em bi wan bawer bûn. Em ê nav û têkoşîna wan bidin jiyîn."    'Vîna jina azad ji tang û topên wan bi hêzetir e'   Jina bi navê Rûken Hisên a ku navê Amara li keça xwe kiriye derbarê mijarê de hestên xwe wiha parvekir: "Du sedemên navê Amara hene ku min li keça xwe kiriye, ya yekê ji ber ku navê gundê Rêber Apo ye û ya duyem jî ji bo Amara Rênas bû.  Dewleta tirk û çeteyên wê ji îradeya jina azad ditirsin, ji bo wê her tim jinan hedef digirin. Bila dewleta tirk baş bizanibe ku îradeya jinê ji tang û topên wê bi hêztire û em wek jin soza şopandina riya jinên berxwedêr didin û em ê zarokên xwe fêrî çanda dayikê bikin."