' Ez jî şervanek im û li hember dagirkeriyê li ber xwe didim' 2019-12-23 09:11:20   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jina bi navê Henûf El-Şelo ya temen mezin ku rojekê jî ji gundê Um El-Kêf, ji ber topbaran û êrîşên dewleta tirk derneketiye wiha dibêje: "Ez jî şervanek im, hember dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe didim."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 9'ê cotmehê de êrîşî sînorên Bakurê Sûriyê dikin. Êrîşên wan yên dagirkeriyê heta vê kêliyê jî dewam dikin. Lê Hêzên QSD'ê ku herêmê diparêzin gundê Um El-Kêf ku 2 km li rojavayê navçeya Til Temir dikeve, diparêzin. Şêniyên gund jî girêdana xwe ya bi axa xwe re bi berxwedanê nîşan didin. Her wiha jina temen mezin a bi navê Henûf El-Şelo jî ku li gund dijî rojekê jî gund ne terikandiye û heta niha jî di bin toparan û balafiran de li ber xwe dide.   'Tang li ser bedena min jî bimeşe ez dest ji gundê xwe bernadim'   Henûfê diyar kir ku armanca êrîşan dagirkerine, lê ew ê dest ji axa xwe bernede û wiha dom kir: "Ev axa me ye hebûn û nebûna me wê li ser vê axê bê. Dijmin çiqas bi tang û topan êrîşî me bike jî em ê li ber xwe bidin û ez ji gundê lê mezin bûme û min xêr û bereketê wî xweriye dernakevim. Tang li ser bedena min bimeşîn jî ez dernakevim."   'QSD'ê rûmeta me parast'   Henûfê bi van gotinan hêzên QSD'ê pênase kir: "Parêzvanê ax û welatê me, hebûn, jiyan û rûmeta me hêzên QSD'ê ne. Dewleta tirk û komên girêdayî wê jî hatine ku rûmet, ax, mal û milkên me bidizin, lê em deqeyekê jî ji gund dernekevin û rê nedin dagirkeran ku derbasî axa me ya pîroz bibin. Hebûna dewleta tirk jiyana me dixe xeterê, rizgarkirina axa bakur û rojhişatê Sûriyeyê ew ê aramiyê ji me re bîne."   'Ez jî şervanekim û li hember dagirkeriyê li ber xwe didim'   Henûfê got ku jiyana wê axa welatê wê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk û komên girêdayî wê ku hatine talaniyê û diziyê wê nikaribin girêdana me bi ax û şervanên me re bidin qutkirin. Em ê bi hev re dijmin têk bibin. Ez jî şervanek im û li hember çeteyan li ber xwe didim û parastina nirxên dapîr û bapîrên xwe dikim."