Kedkaran bang kir: Em naxwazin di şetên xirab de bijîn! 2019-12-22 17:40:54   AMED - Hevseroka KESK'ê Aysun  Gezen di mîtînga li Amedê de axivî û wiha got: "Em ji pêkanînên dijmirovî, ji şert û mercên jiyanê yên nebaş, betalî, bê edaletiya bacê ji xespkirina îradeyê û qeyûman re dibêjin na. Em kolekirina jinê naxwazin."   Ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve bi dirûşma "Ji bo aştiya civakî û jiyanek mirovane em ê demokrasiyê pêş bixin"  li qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga hat lidarxistin bi dawî bû.  Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen di mîtîngê de axivî û wiha got: "Em ji pêkanînên dijmirovî, ji şert û mercên jiyanê yên nebaş, betalî, bê edaletiya bacê ji xespkirina îradeyê û qeyûman re dibêjin na. Em kolekirina jinê naxwazin."    'Li welatekî têkçûyî kedkarên li ber xwe didin hene'   Aysunê rexneyên tûj li ÎQtîdara AKP'ê kir û wiha got:  "AKP li derve bi polîtikayên Osmaniyê tev digere. Li hundir jî bi polîtîkayên tundî û zextan tev digere. Bi vê yekê emrê xwe dirêj dike. Li aliyekî yên ji ber xizaniyê nikarin nan bibin mal û întîhar dikin hene, li aliyê din yên 50 hezar lîra didin xwarinekê heye. Li vî welatî yên li dijî vê rejîma yek zilamî ya xezp talankirin û qeyûmê derdikevin hene. Li vî welatî kedkarên li ber xwe didin hene. Silav ji hemûyan re."    Piştî Aysunê peyama Hevşaredarê Şardariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û li Girtîeha Kayserî ya Bunyanê girtî ye hat xwednin.    Mîtîng, piştî peyama Selçûk Mizrakli bi konsera Hunermend Azad Bedran bi dawî bû.