Mîtînga kedkaran li Amedê bi astengiyan dest pê kir 2019-12-22 15:07:37   AMED - Platforma Ked û Demokrakiyê ya Amedê li Qada îstasyonê ya Amedê mîtîng li dar xist. Dema girse derbasî qada mîtîngê bûn, polîsan pankarta li ser “şer" nivîsîbû nexistin qada mîtîngê.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li Qada Îstasyonê bi dirûşma "Ji bo jiyanek mirovane û aştiya civakî, em demokrasiyê ava bikin" mîtîng li dar xist. Mîtînga li Qada Îstasyonê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mîtîng ji aliyê KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ve hat amadekirin. Girse piştî nokteyên lêgerînê derbasî qadê bûn. Kedkaran li qada mîtîngê daxwazên xwe bi pankartên kurdî û tirkî anîn ziman. Girseya ku derbasî qadê bû û xwest pankartên li ser "Bi tayînkirina qeyûman, îxracan û dûrxistinê nikarin me bêdeng bikin", “Li dijî şer aştî", “Em butçeya gel pêşkêşî şer nakin" derbasî qadê bikin, polîsan pankartên "Şer" li ser hatibû nivîsandin desteser kirin û destûr nedan ku van pankartan têxîn qadê.    Girsê li qada mîtîngê pankarta "Em ê dawî li serweriya rêbiran bînin”, "Zimanê me rûmeta me ye”, “Qerarname nikarin rûmet û vîna me xesp bikin” vekirin. Nûnerên rêxistinên sendîkayan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana kedkaran” meşiyan û ji aliyên cuda ve ketin qada mîtîngê. Ji 14 bajarên herêmê kedkar hatin tev li mitîngê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mîtîng bi axaftinan didome.