Zozan Şêxo di çil rojiya xwe de hat bîranîn 2019-12-22 10:55:58   QAMIŞLO - Zozan Şêxo ya ku di teqîna bazara Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabû, di 40'emîn roja jidestdayîna jiyana xwe de hat bîranîn.     Di 11’ê mijdara derbasbûyî de di teqînek li nava bazara  Qamişloyê ya kolana El-Wihdê pêk hat 5 kesî jiyana xwe ji dest dan û 47 kes jî birîndar bûn. Zozan Şêxo û hevala xwe Medîne Hisên yek ji wan kesên ku jiyana xwe di wê teqînê de ji dest dabûn. Malbat û hevalên  Zozan Şêxo di rojbûn û 40'emîn roja jidestdayîna jiyana wê de ew li ser gora wê bi bîr anîn. Ser gora şehîd Zozan bi gul û findan hat xemilandin.    Bîranîn bi soza têkoşînê ya  têkoşeran bi dawî bû.