Rojnameya kurdî ya heftane 'Xwebûn' dest bi weşanê kir 2019-12-22 10:27:36   AMED -  Rojnameya kurdî "Xwebûn" dest bi weşanê kir. Xwebûn, bang  li kurdan kir ku û got: "Bi kurdî bixwînin û bidin xwendin."   Rojnameya heftane ya kurdî "Xwebûn" dest bi weşanê kir. Rojname ji hêla komek rojnamevan ve hatiye amadekirin û hejmara wê ya ewil ji çapxaneyê re hat şandin. Wê "Xwebûn" li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi kurdî be û wê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî derkeve. Ji Kurdistana Federe, rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, Qazaxîstan, Ermenîstan, Lubnan û Ewropayê jî gelek nivîskarên kurd di rojnameyê de bi nivîsên xwe cih digirin. Di nav kadroya nivîskarên rojnameyê de Kejal Ehmed, Kakşar Oremar, Abdûllah Peşêw, Ehmed Huseynî, Kînyas Mîrzayev, Selîm Temo, Şener Ozmen jî heye.    Wê di rûpelên polîtîka, çand, jiyan, hevpeyvîn, ekolojî û aboriyê de nivîsên dosyeyî, lêkolîn, analîz û hwd. cih bigirin. Armanca Xwebûnê ew e ku bi zimanekî xwerû, bi fikr û ramaneke dewlemend weşana xwe bike.   Rojnameya ku wê rojeva kurdan û ya gelên li herêmê bike rojeva xwe, li gel nûçe, analîz, lêkolîn, gotûbêj, rêzenivîs û dosyayên taybet wê mijraên jin, aborî, çand û huner, wêje, ziman û dîrokê ji bike rojeva xwe. Rojnameya Xwebûn, wê herî zêde girîngiyê bide ser zimanekî zelal ku di rojnameyê de bi kar bîne û nivîsên bi nirx biweşîne.    Herwiha rojnameyê bang li kurdan kir ku bi kurdî bixwînin û bidin xwendin.