'Em ê buhustek axa xwe ji dagikeriyê re nekin mal' 2019-12-22 09:10:00   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên, êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Şehbayê  nirxand û got: "Armanca dewleta tirk ew e ku dagirkeriya xwe li ser axa Suriyeyê berfirehtir bike, ji ber wê rojane êrîşî Kantona Şehbayê dike."   Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encama êrîşan de bi deh hezaran gel ji bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî koçber bûn. Bi deh hezaran jî mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Dewleta tirk herî dawiyê jî di 2'yê kanûnê de bi topan êrîşî Til Rifetê kir û di encama êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 ji wan zarok bûn û 12 kes jî birîndar bûn. Ev sê sal in ku dewleta tirk bê navber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike, di encama van êrîşan de gel ji neçarî ji mal, bajar, gund û warên xwe koçber dibin û aramiya herêmê xerab dibe.   Têkîldarî êrîş û komkujiyên ku li herêmê diqewimin Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên ji ajansa me re axivî.   ‘Zarokên me dibin qurbanê şer'   Wefayê da zanîn ku piştî gelê Efrînê koçberî kantona Şehbayê kir, dewleta tirk jî berê êrîşên xwe da vê herêmê û wiha dewam kir: "Piştî ku em ji ber êrîşên dewleta tirk bi awayekî neçar ji  Efrînê koçberî Kantona Şehbayê bûn û şûn de dewleta tirk berê êrîş û dagirkeriya xwe da vê herêmê.  Herî dawî jî komkujiya Til Rifetê pêk hat û zarokên bê sûc hatin qetilkirin. Di kîjan qanûnên cîhanê de, heye ku zarok bibin armanca şer û komkijiyan, an jî werin qetilkirin? Em ê li hemberî komkijiyên ku li ser me tên meşandin em ê bêdeng nemînin û em neman jî. Lê belê netew-dewlet hemû li dijî van komkujiyên ku em weke gel dijîn bêdeng in û çavên xwe ji kiryarên dewleta tirk re digirin. Pêwist bû ku di cîhanê de qiyamet raba ji ber zarokên bê sûc hatin qetilkirin. Mixabin, hemû dewlet bê deng man û komkujiya dewleta tirk pejirandin."    'Li hember komkujî û koçberiyan her kes bêdeng e'    Di berdewamiya axaftina xwe de Wefayê teqez kir ku tu kesî helwesta xwe li hember komkujiya ku zarok hedef girtine nedan nîşandan û wiha domand: "Li hember komkujî û kiryarên ku gelê heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dibin tu kes helwestên xwe nadin nîşandan, ev bi xwe jî sûcekî navneteweyî ye. Cihê ku lê komkijî çêbû nêzî cihên ku leşkerên dewleta Rûs lê dimînin, lê belê Rûsya li hemberî vê komkujîyê bêdeng ma. Ya rast ji xwe ev hêzan hemû hevkarên hev in. Sûcên dijîmirovahiyê têne kirin.  Em matmayî dimînin dema dibêjin wê aloziya Sûriyeyê çareser bikin lê di rastiyê de tiştek wisa nîne, her kes li gor berjewendiyên xwe nêzî axa Sûriyeyê dibin."   'Em ê buhustek axa xwe ji dagikeriyê re nekin mal'   Di dawiya gotinên xwe de Wefa anî ziman ku ew ê buhustek ji axa xwe ji dagirkeran re nekin mal û wiha pê de çû: "Weke gelê Şehbayê em ê tu caran nehêlin dagirker li ser axa me bijîn. Em ê di her kêliya jiyanê de li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê bi berxwedan û vîna xwe herêmên xwe ji dagirkeran paqij bikin. Ev biryara gelê Şehba û Efrînê ye."