‘Bi hêza gelan wê tecrît têk biçe’ 2019-12-22 09:07:09   Dilûcan Bozî/Dicle Demhat   KOBANÊ - Hiqûqnas Merwa Ehmed di derbarê tecrîda girankrî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Merwayê wiha got: "Di girtîgehên dewleta tirk de mafê mirovan tên binpêkirin. Divê tecrîda ku dibe sedema binpêkirina mafên mirovan demildest bi dawî bibe.”   Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir de tecrîta girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Li dijî tecrîta girankirî ya di van 8 salan de Gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û dostên Kurdan çalakiyên cur bi cur li dar xistine û herî dawiyê li dijî tecrîda heyî di pêşengtiya  Partiya Demokratîk a gelan (HDP) û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de, siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîr, ciwan, jin û girtiyên di girtîgehên dewleta tirk de rojiyên birçîbunê yên dorveger û rojiya mirinê ya bêdem û bê dorveger dabûn destpêkirin. Di encama têkoşîn û berxwedana ku li dijî tecrîtê hate destpêkirin dewleta tirk neçar ma ku di 2’yê Gulana 2019'an de destûr bide ku parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikaribin hevdîtin bi miwekîlê xwe re çêbikin. Di encama berxwedana çalkavanên rojiya mirinê û ya birçîbunê de di sala 2019'an de bi giştî parêzerên Abdullah Ocalan 5 caran karibûn hevdîtin bi miwekîlê xwe re çêbikin. Ji 7’ê Tebaxa 2019'an heta niha her çendî parêzer û malbat serlêdan dikin, ji bo biçin Îmraliyê, lê belê her carê bi hincetên ku binê wan ne dagirtî û dijhiqûqiya heyî parêzer û malbat nikarin derbasî girava Îmralî bibin û hevdîtin bi miwekîlê xwe re çêkin.    Di derbarê tecrîda girankirî de û bê hiqûqiya ku li Îmraliyê tê meşandin hiqûqnasa ji pêkhateya  Ereb Merwa Ehmed ji ajansa me re axivî.   'Vîna gelan wê neyê tecrîtkirin'   Merwayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Wekî ku Rêber Apo jî dibêje 'Ma hûn çawan dikarin bi milyonan mirovan bikin odeyeke teng'. Em hemû li ser vê baweriyê ne ku wê tu hêz nikaribe vîn û baweriya me tecrît bike. Her çendî niha Rêber Apo di nava çar dîwaran de bi awayek bedenî hatibe tecrîtkirin jî, lê belê fikir û ramanê wî di nava gelan de belav buye û hemû gel li ser hişmendiya civaka demokratîk û wekheviya zayendan têkoşînê didin meşandin. Ji ber wê em dibêjin ku tu hêz nikarin vîna gelan tecrîd bikin."   'Li Îmraliyê bê hiqûqî tê jiyîn'    Merwayê di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku siyaseta dewleta tirk siyaseteke li dijî gel û hiqûqê ye û wiha domand: "Armanca dewleta tirk ji tecrîta girankirî û şerê heyî ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji nava gelan bide rakirin. Ji ber wê tecrîta li ser birêz Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dikin. Mafê her girtiyekî heye ku bi awayekî rêk û pêk parêzer û malbata xwe bibîne. Lê belê sîstema ku niha li Îmraliyê tê pêkanîn. Bi her awayî derveyî zagonan û mafê girtiyên li wir tên xwarin. Ya rast ne tenê di girtîgeha Îmraliyê de ye. dewleta tirk mafê hemû girtiyên siyasetmedar ên niha di girtîgehên wan de binpê dike û kesên nexweş nayên dermankirin û hemû di nava derfetên kêm de têne girtin. Em weke hiqûqnas dibêjin pêwîst e gavek beriya gavekê mafê hevdîtinê ji Rêber Apo re bê dayîn û tecrît bê rakirin."   'Tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye'   Merwayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyan kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û bi hêza gelan tecrît bê şikandin û lingên komploya navneteweyî vala were derxistin û wiha got: "Ez bi hêza yekîtiya gelan bawer im û bi hêvî me ku em ê bi hêza gelan tecrîdê têk bibin. Êrîşên ku îro li ser hermên me di pêşengitiya dewleta tirk û çeteyên hevkarên wan de têne kirin, yek ji lingên komploya navneteweyî ye. Çawa hemû netew-dewlet bûn yek û komploya sala 1998'an dane destpêkirin û di sala 1999'an de Rêber Apo girtin, îro jî heman hêz bûne yek û êrîşî deskeftî û herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ji ber wê jî pêwîst e ku em gelên vê herêmê û partiyên siyasî hemû bibin yek û li dijî planên komployê bisekinin û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin."