ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-22 09:00:00   *Hiqûqnas Merwa Ehmed di derbarê tecrîda girankrî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Merwayê wiha got: "Di girtîgehên dewleta tirk de mafê mirovan tên binpêkirin. Divê tecrîda ku dibe sedema binpêkirina mafên mirovan demildest bi dawî bibe.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên, êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Şehbayê  nirxand û got: "Armanca dewleta tirk ew e ku dagirkeriya xwe li ser axa Suriyeyê berfirehtir bike, ji ber wê rojane êrîşî Kantona Şehbayê dike."DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Qada Civakî  ya Rojavayê Kurdistanê Gulîstan Elî, di çarçoveya kar û xebatê salekê yê vê qadê û pêşketinên ku di nav de çêbûne nirxand û got: "Qada Civakî avakirina civakê û demokratîkirina malbatê ye. Armanca me, em barê jiyanê ya li ser milê gelê xwe sivik bikin, da ku di nava aramiyê de bijîn."  DÎMEN HEYE   *Bazarvan û welatiyên ku tên bazarê bertekên xwe li hemberî qeyrana aborî tînin ziman. Esma Seydaoglu diyar kir ku ew xizanên qeyranê ne û got: "Ez bi seatan digerim ku tiştek bistînim û lê tenê bi çend poşetan vedigerim li malê."DÎMEN HEYE   *Wezareta Dadê li dijî şîdeta li ser jinê giştînameyek weşand. Ji Tora Parastina Jinan Çagla Akdere diyar kir ku xeterıya mafên jinan hedef digire di giştînameyê de heye û got nezelaliyên ku nayên hişê mirovan hene. BI DÎMEN   *Civaka Sînemavanên Civakî ya Zanîngeha Çukurovayê, bi piştevaniyê îmzeyê davêjin xebatên girîng. Bi piştgiriya civakê, derhênerên jin yên ciwan ku fîlmê xwe dikşînin wiha gotin: “Ger di hişê we de fîkrek we hebe, tu car tiştên neyînî nekin pirsgirêk. Bi mirovên rast re bixebitin.”   *Li Amedê jina bi navê Fîdan Gungor ji aliyê mêrê bi navê Ozkan Gungor ve hat qetilkirin. Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiya Mafên Jinan a Baroya Amedê xwest tevlî dozê bibe lê parêzerê gumanbar ev qebûl nekir û heyeta dadgehê jî ev daxwaz red kir.   *Hevşaredara Colemêrgê ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û endama HDP MYK’ê Seher Kadîroglu, diyar kir ku hevserokatiya hedef hatiye girtin pergala wan e û feraseta wan ya şaredartiya gel e.BI DÎMEN