Xalid Mihemed li navenda Mihemed Şêxo hat bîranîn 2019-12-21 16:20:39   QAMIŞLO - Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengeha wêneyan ji bo çil rojiya têkoşer Xalid li dar xist.   Di 11’ê mijdara derbasbûyî de teqînek di saet 3’ê yê êvarî de li nava bazara bajarê Qamişloyê li kolana El-Wihdê rû da, di encama wê teqînê de gelek kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan, wek îro 21’ê kanûnê 40 rojiya şehadeta wan diqede. Loma  Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengeha wêneyan ji bo derbasbûna çil rojiya şehadeta endamê Desteya Çandê  yê herêma Cizîrê Xalid Mihemed bi dirûşma "Silav li giyanê şehîd Xalid Mihemed" li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist.   Bi giştî sazî û rêxistinên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser, ji wan vexwendina malbata Şehîd Xalid Mihemed û Şêwekar beşdarî pêşengehê bûn. Pêşengeh ji 58 tabloyê ku li ser bûyera teqîna û şehîd Xalid Mihemed hatibûn xêzkirin, pêk tê. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû tekoşerên tevgera azadiyê dest pê kir.    'Hevalê Xalid azadîxwaz û bi rûmet bû'   Cîgira Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ronahî Hesen sersaxî ji malbata şehîd Xalid Mihemed re xwest û wiha got: "Hevalê Xalid mîna hevalekî herî baş cihê xwe di dilê hevalê xwe de girtibû. Şehadeta heval Xalid ji bo me windahiyeke mezin bû. Welatê me bejina xwe li ber şehîdên xwe ditewîne. Ew meşeleyeke riya me ronî dike. Hevalê Xalid azadîxwaz û bi rûmet bû."   Bi navê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ronahî Hesen û Hevseroka desteya Tev çandê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen xelatê serkefinê radestî malbata şehîd Xalid Mihemed kirin.   Pêşangeh bi xwendina helbestan bi dawî bû.