Zuleyha Gulum: Divê em rêxistinbûyina jinê mezintir bikin 2019-12-21 15:33:20   ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum di 3'emîn Konferansa Jinê ya Herêma Egeyê ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê de got:"Divê em rêxistinbûyina jinê mezintir bikin."   Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em ji bo azadiyê bi israr ji bo têkoşînê bi biryar in" 3'emîn Konferansa Jinê ya Herêma Egeyê pêk anî. Parlementerên HDP'ê Zuleyha Gulum, Serpil Kemalbayi, Endamên Partiya Meclîsê beşdarî konferansa ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat, bûn.     'Pêdivî bi rêxistinbûyinê heye'   Axaftina vekirinê ya konferansê Zuleyha Gulum kir. Zuleyhayê got:"Divê em pêşketina polîtik û rêxistinbûyinê xurt bikin. Li tevahiya cîhanê li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene. Loma li dijî van êrîşan divê jin her dem bi hêz bin. Divê em rêxistinbûyina jinê mezintir bikin."   'Jin pêşengiya muhalefetê dike'   Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur jî bal kişand ser polîtîkayên zihniyeta baviksalarî ya li dijî jinê û wiha got:"Jin ji bo destkeftiyên xwe biparêzin serî hildidin. Li kuçeyan û li qadan pêşengiya muhalefeta civakî dikin. Li Kurdistanê û li Tirkiyeyê me wekî tevgera jinê em gihaştin asteke baş. "   Konferans piştî daxuyaniyê ji çapemeniyê girtî dewam kir.