'Parastina nirxê şoreşê erkekî wîjdanî û ehlaqî ye' 2019-12-21 14:29:50   HESEKÊ - Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê 56 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê bi bîr anîn.    Îro bi armanca bîranîna 56 berxwedêrên azadiyê ku di dîrokên cuda de têkoşiyan e û gihaştine asta şehadetê ji Yekîneyên Parastina Jinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş û Naturo), Meclisa Hêzên Parastina Xabûr(M.N.K) û QSD' ê, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.    Merasîmê ku li gorîstana SMŞ'ê hate lidarxistin bi sedan ji malbatên şehîdan amade bûn, merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Elya Oglo, Rêveberiyê Partiya Yekîtiya Demokratîk Mihemed Seyîd Şêxmûs û Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Xabûr Cemîla Kako, hatin kirin.    Elyayê berxwedana gel û şervanan li hember dagirker û neyaran bi bîr xist û ev yek anî ziman:"Li hember hêzên terorîst ku bi tarîtî û hovîtiya xwe li ser cîhanê bûbû metirsiyeke herî mezin, şervan û gelê şoreşgerî li ber xwe dan û ew şikandin. Jinên ku ji bo azadiya xwe û tevahî gelan têkoşiyan û gihaştin asta şehadetê."   'Parastina nirxê şehîd û şoreşê erkekî wîjdanî û ehlaqî ye'   Cemîlayê diyar kir ku şehîd şevên tarî ronî dikin û wiha dewam kir: "Şehîdên aşûr, ereb, kurd û Suryan jî bi xwîna xwe axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av dane. Parastina nirx û destkeftiyên şehîdan yek ji erkê me yê exlaqî û wîjdanî ye."   'Parastina nirxên şoreşê mîsogeriya avakirina welatekî azad û demokratîk e'   Mihemed Seyîd Şêxmûs axivî û got: "Qelenê azadiyê pir buha ye, wekî çawa min kurê xwe yê rojnemevan diyarî vê şoreşê kir,  ji min were xwestin ez ê jî canê xwe feda bikim û şoreşa azadiyê biparêzim. Şoreşa ku ji tevahî cîhanê re bû mînak îro dibe hedefa dewleta tirk û çeteyên wê. Parastina nirxên şoreşê misogeriya avakirina welatekî azad û demokratîk e."   Paşê Endama SMŞ'ê Diyana Hisên û Hevseroka SMŞ a Xabûr Cemîla Kako nasnameyên 56 şehîdan xwendin.   Merasîm bi silavdayîna malbatên şehîdan re bi dawî bû.