Li Amedê mirina zarokekê ya bi guman 2019-12-21 12:22:55   AMED - Serê sibehê li ber marketa navçeya Kayapinarê zarokek bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.    Di saetên serê sibehê de li Kuçeya Talaytepe ya Kayapinara Amedê zaroka 17 salî ya bi navê Bahar Akdemir bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Xebatkarên marketê dema dîtin ku Baharê li erdê dirêjkirî ye agahî dan ekîbên tenduristiyê. Polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat hînbûn ku Baharê li qatê li ser marketê rûdinişt.    Ekîba tenduristiyê ragihand ku Baharê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha rûyê Baharê ji aliyê kûçikan ve hatibû parçekirin.    Cenazeyê Baharê ji bo otopsiyê şandin nexweşxaneyê. Malbata Baharê jî hat binçavkirin.