Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin 2019-12-21 10:54:09   AMED - Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ên di duh hat binçavkirin ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin.   Hevşaraderên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr duh bi hênceta lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin hatibûn binçavkirin. Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî hevşaredar Buluttekîn û Ozdemîr ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Wezaretê qeyûmê berê Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî wek qeyûm tayînî şaredariyê kir.