'Êrîşên li hember sîstema hevserokatiyê berdewam dikin' 2019-12-21 10:06:17   AMED - Duh di demjimêrên siharê de polîsan avêt ser avahiya hevseroka şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn û endamê meclîsê Yilmaz Eken. Ew bi çekan re hatin binçavkirin. Şaredariya Sûrê ji di bin ablukaya polîsan de hat hiştin.   Duh di demjimêrên siharê de polîsan avêt ser mala Hevseroka Şaredariya Surê Filîz Buluttekîn  û endamê Meclîsa Surê Yilmaz Eken. Polîsên avêtine ser avahiyê Filîz, hevjînê wê û zaroka wê a 10 salî li erdê dirêj kirin û çek danîn ser serê wan. Li gorî gotina parêzara Flîzê ew bi endamtiya rêxistinê  tê sûcdarkirin. Lê di dosyaya wê de biryara veşartinê hatiye dayîn. Endamên Meclîsa Sûrê van kiryaran bi ajansa me re nirxandin û wiha anîn ziman; “Êdî ji bo binçavkirinan li sedeman nagerin, bi awayekî keyfî ew tên girtin. Ev raste rast êrişa li hember çand, ziman û vîna gel e. Bi wê re êriş li hemberî sîstema hevserokatiyê tê meşandin.”    ‘Vîna civakê nas nakin’   Endama Meclîsa Surê Hatun Yildiz got qeyûm gaspa vînê ye û wiha got; “Şaredariya ku ji sedan 60.76 dengî hatiye stendin îro qeyûm hat tayînkirin. Ev tunehesibandina vîna ewqas mirovan e. Qanûn, dad li gor wan biryar digire, ew jî me nas nakin. Di şefeqê de bi hatina ber deriyê şaredariyê re polîsan em dûr xistin û destûr nedan em nêzî şaredariyê bibin. Endamên şaredariyê, parlamentera me û gel jî di nav de em hatin astengkirin. Bi berteka me re polîsan li me dan. Bi qasî 32 şaredariyên me hatin gaspkirin. Em ê li hember vê bê dadiyê berxwedana xwe bidin berdewamkirin.”   ‘Me tim xizmet ji civakê re kir’   Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Rûşen Tufan li ser qeyûm û êrişên dewletê bertek nîşan da û got; “Bi awayekî sîstematîk qeyûm hat tayînkirin. Bi vê re dixwazin civak û me jî hêdî hêdî fêrî vê kiryarên xwe yên qirêj bikin. Dema polis ketin mala Hevseroka Şaredariya Sûrê Filîz Buluttekin, hevjînê wê û zarokê wê yê 10 salî li erdê dirêj kirin û çek dan ser serê wan. Ev nêzîkatiyek hovane ye. Hevserok û endamên meclîsê bi dengê gel hatin bijartin û tenê  ji bo ji civakê re xizmetê bikin wan hewil da. Di nava demek kurt de çi projeyên civakî û jinê be me xebatên girîng dan meşandin. Di encama van xebatan de me ji civakê her tim bertekên baş girt. Ji ber ku me tim bi hev re tiştek kir û me daxwaza civakê pêk anî. Sûr navçeyek gelek hilweşiyayiye ku xizmetkirina ji wê re gelek mijûlahî û mesref dixwaze. Lê me di aliyê xizmetê de her tim hewil da ku rayedar li hincetan nebînin û bi awayekî keyfî nikaribin qeyûm tayîn bikin.”    ‘Bi tundiyê bersiva me didin’   Rûşen anî ziman ku wê li hemberî van bê dadiyan berteka wan tim berdewam bike û wê wiha berdewam kir; “Em serî hildidin lê ew bi awayekî tund bersivê didin me. Çi tundiya fîzikî, çi ji tundiya derûnî be gefek mezin li hemberî civakê û me tê pêkanîn. Biryarên ku didin ji bo rewa bikin girtinan pêk tînin û bi hêza polîsan me  dûr dixin.”   ‘Em ê xwedî li vîna xwe derbikevin’   Endama meclîsa şaredariya Sûrê Arzû Ozgun got ew ji bo xwedî li vîna xwe derbikevin li berxwe didin û wiha got; “Hişmendiya qeyûm hişmendiyek talanker, faşist û nîjadperest  e.  Di şefeqa dereng de wan bi dora avahiya şaredariyê girtine di bin dorpêçê de û destûr nadin tu kes derbasî hundir bibe. Em ê li hember hişmendiya wan û astengkirinên wan bêdeng nemînin. Cih û şînwar ferq nake em ê li her cihî xwedî li vîna xwe û dengên xwe derbikevin.”   ‘Çand û zimanê gel hat binpêkirin’   Arzû wiha dewam kir:"Piştî hilbijartinên herêmî hikumeta ku gelek şaredarî negirt xwest bi qeyûman re bi tundiyê van şaredariyan bi dest bixin. Heta niha ji nîvê zêdetir şaredariyên me hatine gaspkirin, ev rêbazeke bê dad e ku divê neyê qebûlkirin.  Ev polîtîkayek ya asîmîlasyonê ya li ser gele kurd tê meşandin e. Ne tenê şaredarî hate gaspkirin, bi wê re ziman û çanda civakê jî hat binpêkirin. Li hemberî  deskeftiyên kurdan êrişek heye û ev êdî eşkere ye. Tenê kurd najîn li vir, tirk, ermenî û gelên suryanî jî li vir in ku vîna wan jî hat gaspkirin û tune hatin hesibandin.”   ‘Êrişa li ser deskeftiyên jinê ye’   Arzû wiha dawî li axaftina axwe anî; “Bi taybet êrişek li hember projeya hevserokatiyê a ku HDP’ê daye meşandin heye. Li gel êrişên li ser kurdan êrişek li hember deskeftiyên jinan heye. Qeyûm hatin tayînkirin û hevserokên jin di malên xwe de ji aliyê polîsan ve rastî tundiya fîzikî, derûnî û gotinî hatin. Ewqas ketine ku çekê danîne li ser serê zaroka 10 salî jî. Ev sekna hikûmetê û dada wê nîşan dide. Em îro weke endamên meclîsê jî nikarin bikevin hundirê şaredariyê ku ev bi awayekî fermî  nayê destnîşankirin jî. Astengiyek fîlî û keyfî pêk tê.”