Nobeta Edaletê ji bo jinê li Edeneyê pêk hat 2019-12-20 16:53:08   EDENE - Nobeta Edaletê, bi tevlêbûna 24 baroyan vê carê li Edeneyê berdewam kir. Nûnerên baroyan diyar kirin ku kuştina jinan polîtîk e.    10'emîn rawestgeha Nobeta Edaletê vê carê li Edeneyê bû. Bi tevlêbûna 24 baroyan Nobeta Edaletê li Edeneyê berdewam kir. Baroyan di nobetê de vê carê bal kişand ser cînayeta jinan û tundiya li ser jinan. Baroyan bi sernavê “Ji bo Jinê Edalet" li pêş avahiya Taş Bina ya Edeneyê daxuyanî dan û nobeta edaletê girtin. Nûnerên Edene, Enqere, Antalya, Artvin, Aydin, Bursa, Amed, Duzce, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kirklarelî, Kocaelî, Mêrdîn, Mêrsîn, Nîgde, Osmaniye, Riha, Tekîrdag, Dersîm, Wan û Yalova jî di navde 24 baroyan amade bûn. Nûnerên di çalakiyê de pankartên "Ji bo her kesî edalet," "li dijî tundiya mêr ji bo jinan edalet" û "Em Edaletê dixwazin"  rakirin. Dîsa dowîzên ku wêneyê jinan lê hatiye xêzkirin rakirin.    Serokê Baroya Edeneye Prz. Velî Kuçuk, anî ziman ku ew vê nobetê li ser bîranîna Tahîr Elçî li dar dixin û wiha got: "Di lêpirsînê de hêj gavek nehatiye avêtin. Her roj em agahiya cînayeta jinek din digirin. Em dixwazin doza Tahîr Elçî jî bi lez pêş bikeve û ronî bibe.  Di 11 mehan de 406 jin hatin kuştin."    Seroke Baroya Enqereyê Erinç Sagkan jî bal kişand ser tundî û êrîşa li ser jinan û wiha got: "Hemû cîhan di aliyê mafê jinê de li paş in. Di pakêta darazê de ji bo mafê jinê hin guhertin hatin kirin. Ev guhertin, li dijî destkeftiyê jinê ne. Cînayeta jinê polîtîk e. Em gavekê jî paşve navêjin."