Li dayika 5 zarokan a mala xwe terk nekir 10 sal ceza birîn 2019-12-20 16:31:31   MÊRDÎN - Danişîna doza Nisêbênê ya 17 jê zarok 70 kes tên darizandin, îro jî berdewam kir. Di darizandina îro de heyeta dadgehê li dayika 5 zarokan Nûrşen Demîr a di qedexeyan de mala xwe terk nekir 10 sal cezayê girtîgehê birî.    Danişîna doza Nisêbînê ya 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina kolanan di 26'ê Gulana 2016'an de hatibû binçavkirin, berdewam kir. Di danişîna îro de dayika 5 zarokan Nurşen Demîr a di qedexeyê de mala xwe terk nekir û hat binçavkirin û girtin, hat dîtin. Demîr beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Demîr li danişînê amade bû. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir û xwest Demîr bi sucdariya “Endamtiya rêxistinê", “Bi zanebûn kuştiye" û "Hewl daye bikuje" bê cezakirin.   Prz. Gulbin Şahîn jî sûcdariya di îdîanameyê de derbas dibe red kir û anî ziman ku ji ber mala xwe terk nekiriye divê neyê ceza kirin. Gulbîn xwest Demîr beraet bike. Heyeta dadgehê jî pişti navber da û şûnde biryar da. Heyeta dadgehê jî der barê Demîr de li ser daxwaza dozger bi giştî 10 sal ceza da.     Dadgehê di danişîna dozê de heta niha li gel Nurşen Demîr bi giştî li 36 kesên girtî tên darizandin ceza birî. Heyetê heta niha li Recep Yel cezayê muebeta giran û 17 sal,    Yasemin Erkol 10 sal, Ozgur Sevim cezayê muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamit Acur û Akar Îkbal de muebbeta giran û 15 sal, der barê Sadık Tan, Bayram Sevgin, Firat Darî, Mazlum Yaşa û Hatip Oyman de muebbeta giran û 18 sal, der barê Ercan Dolaşır de muebbeta giran û 10 sal, der barê Erkan Benlî de muebbeta giran û 20 sal û 3 meh, der barê Baver Başar de muebbeta giran û 19 sal, der barê Mehmet Zirig de muebbeta giran û 17 sal, der barê Suleyman Goksel Yerdut de muebbeta giran û 15 sal, der barê Dilber Tanrıkulu de muebbeta giran û 26 sal, der barê Tufan Îlbaş de muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, der barê Ramazan Eroglu  de jî 2 muebbetê giran û 3 sal cezayê girtîgehê birîbûn. li Faruk Engin muebeta giran û 31 sal, li Resul Ergun 3 caran muebbeta giran û 27 sal, Firat Çiftçi muebeta giran û 29 sal, li Oktay Gul muebbeta giran û 25 sal û 6 meh, li Ferhat Dogan 18 sal ceza birîn.    Heyetê der barê Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dilan Aslan de jî ji ber temenê wan biçûk e ji bo her yekî-e 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîbûn. Dîsa li 2’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê Huseyin Bag rastî cezayê muebetê û 11 sal, Zehra Kaya cezayê muebetê û 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh ceza hatibûn.    Ji girtiyên dozê Medya Çınar û Siraç Yuksek, di çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anîbûn.