Baroya Amedê: Em van pêkanînan qebûl nakin 2019-12-20 11:54:41   AMED - Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn da û got: “Em van pêkanînên bêhiqûqî yên îradeya gel tune dihesibînin qebûl nakin.”    Baroya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredara Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn da. Baroya Amedê wiha got:  Em van pêkanînên bêhiqûqî yên îradeya gel tune dihesibînin qebûl nakin. Divê serokên şaredariyan ên girtî demildest werin berdan û em dixwazin bizivirin ser wezîfeya xwe.” Baroyê destnîşan kir ku li gorî ragihandina parêzerê Fîlîz Buluttekîn, Sertaç Buluttekîn; di serdegirtinê de polîsan miwekîla wî Fîlîz Buluttekîn, hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî li erdê dirêj kiriye û çek xistine serê wan.